'Nîqaşên derbarê qanûna bingehîn de ji bo hilbijartinê ne' 2021-02-26 09:03:27 AMED – Serokê Partiya DEVA'yê yê Amedê Cîhan Ulsen, ji bo nîqaşên derbarê qanûneke bingehîn a nû de got: "Îqtidar dixwaze ji xwe re qadine nû yên liv û tevgerê biafirîne."  Serokê Partiya DEVA'yê yê Amedê Cîhan Ulsen, nîqaşên derbarê qanûna bingehîn a nû de ku AKP-MHP'ê derpêş kirine û zext û zoriyên li er HDP'ê nirxandin.    Ulsan, destnîşan kir ku di serdemeke ku civak hatiye xizanikirin û dijminatyî tê zêdekirin de nîqaşên derbarê qanûneke bingehîn a nû de ne cihê baweriyê ne.    Ulsen, destnîşan kir ku tu derdekî îqtidarê yê ku civakê hemêz bike tune ye. Ulsen, bibîr xist ku îqtidar qanûnên heyî esas nagire û got: "Welêt, ber bi hilbijartineke nû ve diçe. Ji ber vê îqtidar dixwaze ji xwe re qadên nû yên liv û tevgerê biafirîne. Lê wê ev qadên liv û tevgerê bi kêrî wan neyê."    ‘JI BO XAPANDINÊ YE'    Ulsen, bilêv kir ku hikûmet ji bo guherandina Qanûna Bingehîn a Darbeya 12'ê Îlonê wekî hincet dide der, lê belê jixwe ji 3 parên vê qanûnê 2 par jê hatine guherandin û got: "Jixwe kengî bixwazin hin deverên wê diguherînin. Lewma îqtidar bi van nîqaşn dixwze îqtidara xwe bidomîne." Ulsen, diyar kir ku ji sala 2002'yan ve AKP û partiyên din behsa guherandina qanûna bingehîn dikin û ji bo vê di sala 2010'an de Komîsyona Qanûna Bingehîn a Meclîsê hatiye avakirin û got: "Îjar gava em ji wir ve dest bi meseleyê bikin, em ê bibînin ku ya tê kirin tenê xapandin e."    'Ê ÎQTIDAR JI HOLÊ RABE'    Ulsen, bal kişand ser nîqaşên derbarê girtina HDP'ê de jî û destnîşan kir ku heger tiştekî wisa çêbibe divê hemû partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li ber vê rabin. Ulsen, bilêv kir ku heger HDP bê girtin dê ev yek "bibe sedema jiholêrabûna îqtidaarê" û got: "Jixwe hikûmeta heyî niha têra xwe atmosfereke qedexekirî afirandiye. Lê radibe ji bo girtina HDP'ê bang dike. Jixwe HDP, bi awayekî fiîlî hatiye girtin. Ev qas rêvebirên wê girtî ne, nikarin daxuyaniyekê bidin, çalakiyekê li dar bixin. Lê ya ku bi girtina partiyê winda bike, ê hikûmet be. Ê demokrasiya welêt be. Ê hêviya ji abo aştî û pêşerojê winda bike. Gere em girtina partiyan bavêjin ser sergoyan."    MA / Ergîn Çaglar