Şivan Perwer: Divê Tirkiye ji kurdan lêborînê bixwaze 2021-02-26 12:30:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendê kurd Şivan Perwer geşedanên dawî yê yên di rojevê de nirxand û destnîşan kir ku pêwîste Tirkiye ji ber polîtîkayên tund ji kurdan lêborîn bixwaze û got: “Divê gelê kurd bizanibe meseleya Garê meseleyek netewî ye."  Hunermendê navdar ê kurd Şivan Perwer li ser hesabê xwe yê kanala YouTube derbarê pêşketin û geşedanên dawî de nirxandinek berfireh kir. Di rojeva Perwer de operasyona Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) a li devera Garê ya Başûrê Kurdistanê jî hebû. Perwer bertek nîşanî operasyonê dide û banga yekîtiyê li kurdan dike.    ‘DIVÊ TIRKIYE BI SEDAN CAR JI KURDAN LÊBORÎN BIXWAZE’    Perwer diyar kir ku Tirkiye bi her awayî li ser miletê kurd neheqiyê dike û got: “Hûn rastiyê bixwazin gerek tirk bi sedan caran ji gelê kurd lêborînê bixwaze. Yek; polîtîkayek asîmîlasyonê, dido; qanûnên bingehîn hemû dijî miletê kurd in, sise, hemû armanc homojen dewletek tirkan e. Ji ber vî awayî kurd li ku derê rabin, behsa kurdan bibe, tirk qet tu carî nikarin tehamûl bikin û nikarin hilgirin. Ji ber vî awayî divê her kes vê dizanibe.”     ‘ŞEHÎDÊN GARÊ JI ÇAR PARÊN KURDISTANÊ NE’  Perwer bal kişand ser operasyona li Garê hat lidarxistin û wiha got: “Ew şerê îro li Garê dibe, li nava Başûrê Kurdistanê, hûn dibînin ku tirk, qet xêra miletê kurd ne li başûr, ne li rojhilat, ne li bakûr û ne li rojava naxwaze. Bila em viya dizanibin. Dewleta tirk bi tevahî dijminê miletê kurd e û kurdayetiyê û Kurdistanê ye. Li gorî dewleta tirk tunebûna kurdan hebûna tirkan e. Îjar ji ber vê hemû dewlet bûne dijminê me. Ji ber vê yekê jî li şerê Garê mêze dikî ew kesên li wir şehîd bûne; serê gelê me sax be. Şehîd taca serê me ne. Ew şehîdên me yên li Garê ji hemû parên Kurdistanê ne. Ji Efrînê bigire heta Mahabadê, Kirmaşanê û heta Sêwazê şehîdên me ne. Divê êdî gelê kurd dizanibe ev mesele meseleyek neteweyî ye. Bi rabûnek netewî êdî li pêş ketiye. Û viya ji bo temamê miletê kurd mizgîniyek mezin e. Em ê gelek zehmetan bikişînin lê belê pêwîste em li ber xwe bidin. Ev ji her tiştî girîngtir e. Hebûna me berxwedana me ye.” ‘DIVÊ EM NESEKININ’    Perwer behsa pêşketinên li cîhanê jî kir û wiha got: “Dinya bi her awayî li pêş dikeve. Girîng e û pêwîste kurd êdî wextê winda nekin, Em miletek zêdetirî 50 milyonî ne. Li ku devera dinyayê dibe bila bibe em li wir kar û barê xwe bikin. Û ji wir îstîfade bikin. Divê em nesekinin. Dewam bikin. Li ser me neheqin ev dewlet. Heqê wan ewqas li me tune ye.”    ‘BI OLÊ NEXAPIN’    Perwer bal kişand ser meseleyên olî ku kurdan pê dixapînin û got: “Xwedê her kes daye xwedayê her kesî ye. Tirkan ji xwe re xwedayekî taybet çêkirine, ereban wisa kiriye, farisan wisa kirine. Xwedayê mezin ê her tiştî ye. Yê me ye jî, daye me jî. Ew neheqiyê li me dikin. Dîn û îmana wan tune ye. Ji ber vê yekê viya bizanibin nexapin. Bi meseleyê olî nexapin.”