‘Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan Eren Keskîn 2021-02-26 14:36:00   AMED - Odeya Bijîşkan a Amedê “Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” ku ji sala 1995’an ve amade dike îsal Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn hêjayî xelatê dît.    Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO), di çarçoveya çalakî û şahiyên 14’ê Adarê Hefteya Tibê de ji sala 1995’an vir ve her sal bi kevneşopî “Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” li dar dixe. Yên hêjayî xelatê hatine diyar bûn. Xelata îsal dê bidin Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn.    Odeya Bijîşkan li avahiya xwe têkildarî diyarkirina xelatê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Seroka Odeyê Elîf Tûran ew xelata îsal didin parêzvana mafê mirovan Eren Keskîn a ku bi salane ji bo mafê mirovan xizmetê dike.    Xelat wê di 14’ê Adarê Cejna Tibê de bi merasîmekê bidin Eren Keskîn.