Duyemîn danişîna Tahîr Elçî di 3’ê adarê de ye 2021-02-26 15:54:15   AMED – Duyemîn danişîna doza kujerên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku hatibû qetilkirin, wê di 3’ê adarê de bê dîtin.    Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, di 28’ê Mijdara 2015’an de dema ku qedexeyên derketina derve yên li navçeya Sûrê ya Amedê didomiyan de li ber Minareya Çarling hat qetilkirin. Duyemîn danişîna doza  ku derbarê kuştina Tahîr Elçî de hatibû vekirin wê di 3’ê adarê de bê dîtin.    Yekemîn danişîna doza qetilkirina Tahîr Elçî piştî 4 salan 3’ê nîsana 2020’an de li 10’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hatibû dîtin.