Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar serî li AYM'ê dan 2021-02-27 09:09:34 STENBOL - Girtiyê nexweş Serdal Yildirim, çendî ku ji sedî 98 astengdar e û rapora wî ya ATK'ê ya "nikare di girtîgehê de bimîne" heye jî, nayê berdan. Endamê OHD'ê Vedat Ece, ji bo Yildirim bê berdan serî li AYM'ê da.  Girtiyê nexweş Serdal Yildirim, çendî ku ji sedî 98 astengdar e û rapora wî ya Saziya Tiba Edlî (ATK) ya "nikare di girtîgehê de bimîne" heye jî, nayê berdan. Serdalê ku niha di Girtîgeha Metrîs a Tîpa R'yê de ye, di sala 2010'an de ji ber qezayeke trafîkê nêzî 40 platîn di pişta wî de hene û ji navê berjêr felcî ye. ATK'ê di 5'ê Sibatê de derbarê Yildirimê ku ji sedî 98 astengdar e, rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" amade kir. Piştî vê raporê Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), ji bo înfaza Yildirim bê taloqkirin serî li dozgeriya girtîgehê da. Piştî serlêdanê dozgeriyê jî ji Buroya Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrddînê derbarê Yildirim de agahî xwestin. Emniyetê jî di nivîsa xwe de diyar kir ku berdana Yildirim ji bo "civakê yê bibe cihê talûkeyê". Piştî vê biryarê OHD'ê jî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da.    Endamê Komîsyona Girtîgehê ya OHD'ê Parêzer Vedat Ece, anî ziman ku Yildirim gelek caran serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û li komeleya wan OHD'ê daye û got: "Piştî me serlêdan kir ku ATK'ê raporek amade kir û diyar kir ku Yildirim nikare bi etna serê xwe di girtîgehê de bimîne."    Ece, bilêv kir ku lê belê Dozgeriya Bakirkoyê derbarê serlêdanê de nivîsekê ji Qeymeqamtiya Qoserê re dinivîse û wan jî ji Midûriyeta Polîsan re nivîsandiye.    BIRYAREKE BÊ HINCET    Ece, destnîşan kir ku midûriyeta polîsan jî bêyî ku lêkolînekê bike, tenê xetekê dinivîse û dibêje, "heger înfaza wî bê taloqkirin dê ji bo ewlehiya civakê bibe cihê talûkeyê." Ece got: "Midûriyeta polîsan dibêje, wan ev biryar li gor qeydên arşîvê daye. Lê bêyî ku lêkolînekê bike wiha dibêje. Ji ber vê biryara bêhincet, serlêdanên me yên ji bo taloqkirina înfazê tên redkirin."    WIJDAN    Yildirim bang li rayedaran kir û got: "Di destê me de biryara bêhncet midûriyeta polîsan heye ku li gor qeydên arşîvê çêkiriye. Ji ber vê biryarê serlêdanên me yên taloqkirina înfaza Serdal tên redkirin. Em bang li Wezareta Dadê, Wezraeta Tenduristiyê û midûriyeta polîsan dikin; hinekî xwedîwijdan bin. Bi aqilê xwe, bi wijdanê xwe, biryarê bidin. Ma kesekî ku ji navê ebrjêr felcî û di pişta wî de 40 platîn hene, ê bibe cihê xetere û talûkeyeke çawa? Gava ev mirov bê berdan, ê zirarê bide kê? Divê li ser vê hûr bibin. Jixwe muwekîlê me bi awayekî neheq hatiye girtin û hatiye hikumkirin. Niha jî bi şert û mercên girtîgehê neheqî lê tê kirin. Mafê wî yê jiyanê tê bipêkirin. Mafî wî yê tenduristiyê tê binpêkirin. Mafî wî yê azadiyê û ewleyiyê tê binpêkirin. Di vî warî gelek biryarên emsal ên DMME'yê hene. Divê van biryaran esas bigirin. Bila dozgerî cardin nivîsê binivîse û li sedema wê biprise. Em pir meraq dikin hela vê carê wê bêjin çi."