Dayika Aydinlar ê windayî: Ez ji kurê xwe têr nebûm 2021-02-27 13:53:14 STENBOL - Dayika Cuneyt Aydinlar ê 27 sal berê di binçavan de hat windakirin li aqûbeta lawê xwe pirsî û got: “Li vê dinyayê jî û li dinyaya din jî wê destê min di qirika wan de be. Ez ji lawê we têr nebûm. Dilê me şewitandin.”    Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta zarok û xizmên xwe bipirsin di hefteya 831’emîn de çalakiya xwe berdewam kirin. Ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) çalakî bi rêya online hat lidarxistin. Dayikên Şemiyê di çalakiya li ser hesabên medya civakî de li dar xistin, li aqûbeta Cuneyet Aydinlar ê xwendekarê Zanîngeha Stenbolê bû û di 20’ê sibata 1994’an de di binçavan de hat windakirin pirsîn.    ‘ÇAVÊN MIN HÊJ LI RÊYA NE’    Dayika Aydinlar, Menekşe Aydinlar ewilî axivî û destnîşan kir ku 27 sal in ew li benda edaletê ye û got: “Her tim çavê min li rê ye ku were lê nayê. Dilê min dişewite. Çavê min li rêya ye. Ez dixwazim dayikên kezeba wan dişewite negirîn. We çi kiriye ji kurê min bêjin. Ez dixwazim eşkere bikin. Bila dilê yên vê yekê kirin jî bişewite.”    ‘KES NIKARE BI ME BIDE JIBÎRKIRIN’    Apê Aydinlar, Recep Aydinlar jî anî ziman ku têkoşîna Dayikên Şemiyê têkoşînek pîroz e û got: “Ronî nekirina windayan şerma vî welatî ye. Ev şerm ji aliyê hêzên dewletê ve pêk hatiye. Kes nikare zarokên me bi me bide jibîrkirin. Dayikan bi êşê re rûbirû hiştine û ev sûcek mezin e.”    DOSYE LI REFÊN GEMARÎ YE    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî têkildarî dosyeya dozê agahî dan û destnîşan kir ku li gel hemû hewldanên wan jî di hiqûqa navxweyî de tu pêşketinek çênebû û dosyeya Aydinlar di refiken gemar girtî yê dozgeriyê de ye û devê dosyeyê hatiye girtin.    XWEST DEWLET BERPIRSIYARIYA XWE BI CIH BÎNE    Daxuyaniya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Nûran Ozturk xwend û behsa serpêhatiya windakirina Aydinlar kir. Ozturk destnîşan kir ku Aydinler di bin berpirsiyariya dewletê de hatiye windakirin û xwest dewlet dawî li bêcezakirina 27 salan bîne û wezîfeya xwe ya birêvebirina lêpirsînê bi cih bîne.