Elîaçik: Zihniyeta 28 Sibatê didome 2021-02-28 10:23:40   STENBOL – Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik, diyar kir ku zihniyeta darbeya 28’ê Sibatê îro jî didome û ev tişt got: “Desthilat diguherin lê dewlet naguhere. Ço diguhere lê destê ku biç o digire naguhere.”   Darbeya Leşkerî ya 28’ê Sibatê ku di civîna Lîjneyaa Ewlehiya Bilind (MGK) de biryara wê hat dayîn û weke “post modern” derbasî dîrokê bû, di hêla siyasî û îdarî de bû sedema guhertinên mezin. Berberiya di nav civakê de bi çapamiyê hat kûrkirin û gelek mirov ji ber darbeye mzdûr bûn. Yek ji medûrên vê darbeye Îllahiyatnas Îhsan Elîaçik, qala tiştên ku dema vê darbeyê bi serê wî de hatin vegot.    ‘DI BIN NAVÊ LI DIJÎ KEVNEPERESTIYÊ DE KIRIN’   Elîaçik, diyar kir ku dema darbeyê li bajarê xwe Qeyseriyê jiyaye û wiha got: “Dema ku di MGK’ê de biryar hatin girtin, hikumeta demê ket nav hin pêkanînan. Girtina qursên Quranê û dibistanên navîn ên îmam xatîbê û negirtina kesên sergirtî ya zanîngeh, daîreyên dewletê û saziyên cemaweriyê, hinek ji van pêkanînan bûn. Ji bo ku bingeheke meşrû bê avakirin di bin navê operasyonên li dijî kevneperestiyê de ev hatin kirin.        Elîaçik, da zanîn ku di pêvajoya darbeyê de li Qeyseriyê di Rojnameya Kayserî Gundem û Radyo Bîrlîkê de Gerînendetî û Şêwirmendiya Weşanê kiriye û ev tişt anîn ziman: “Di heman demê de me xwe li derdora weqfekê bi rêxistin dikir. Li dijî pêkanînên desthilatê di beşên civakî yên olî de bertekên zêde hebûn. Me di rojname û radyoyên xwe de vê dida. Bi çêkirina nûçeyên me re bertek zêde dibûn. Di weşanên radyoyên me de telefon dixitimîn. Mirov diçûn deverên ku me nûçeyên wan çêdikir. Radyoya me li Qeyseriyê bûbû navenda çalakiyan.”   ‘DESTÊ KU BI ÇO DIGIRE NAGUHERE’   Di berdewamê de Elîaçik, destnîşan kir ku piştî çalakiyan bi zextên dewletê re rû bi rû mane û wiha pêde çû: “Ji gelek mijaran hatim darizandin. Di navbera salên 1999 û 2002’an de jiyana min li dadgehan derbas bû. Ji kar hatim avêtin, bê kar mam. Nikaribûm biçim cihekî. Ji ber vê min xwe kir hundir û hemû pirtûkên ku girîng dît wê demê nivîsand. Lê vê carê jî li malê rehet nehiştin. Bi şev bi ser mala min de digirtin. Desthilat diguherin lê dewlet naguhere. Ço diguhere lê destê ku biç o digire naguhere. Ferqa zihniyeta desthilata AKP’ê ji zihniyeta 28’ê Sibatê tuneye. Nûnertiya mislimanan nake. Êdî îslamîstan jî daye hemberî xwe. Bi mejiyê qlasîk ê dewletê desthilata xwe didomînin. Li dikî vê divê derdorên oldar hişyar bin û bi tevahî terka wê bikin. Lewre êdî ew nikarin daxwazên oldaran bi cih bînin.”