Deqeyek rêzgirtin jî bûye hinceta fezlekeye 2021-02-28 11:33:13   ENQERE – Derbarê Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum de bi hinceta ku tevlî deqeyek rêzgirtinê bûye, fezleke hat amadekirin.    Yek ji 33 fezlekeyên ku pêşkêşî meclisê hatine kirin derbarê Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum de ye. Gulum, di 29’ê kanûna 2019’an de tevlî 3’emîn kongreya rêxistina partiya xwe ya Kocaeliyê bûye û ji bo deqeyekê rêz girtiye. Ev rêzgirtina Gulum bûye mijara fezlekeyê. Di fezlekeye de vê vexwendina rêzgirtinê “Beriya ku dest bernameya xwe bikin em dixwazin ji bo şehîdên şoreş û demokrasiyê deqeyek rêz bigirin. Wê bîranînên wan di têkoşîna me de bijîn.” weke sûcê “propagandaya rêxistinê” hatiye hesibandin.