Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand bû “propagandaya rêxistinê”! 2021-02-28 11:54:51   AMED -  Ji ber ku nameya Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trûmp a ji Serokkomar Erdogan re şand di hesabê xwe yê medya  civakî de parve kir, derbarê M.S.O. (35)  de bi angaşta “propagandaya rêxistinê” doz hat vekirin.   Li Amedê, ji ber parvekirinên wî yên li ser Facebookê,  derbarê M.S.O. (35) ku li navçeya Pasûrê dijî de doz hat vekirin. Bi fermana Miduriyeta Polisan a Amedê, ji aliyê Amîrtiya Miduriyeta Polisan a Navçeya Pasûrê ve di hesabê Facebookê yê M.S.O. de lêkolîn hat kirin. Di encama lêkolînê de bi hinceta hin parvekirinên wî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê M.S.O. de lêpirsîn hat destpêkirin û doznameya hat amadekirin.    Di doznameyê de parvekirina nûçeyên derbarê binçavkirina HDP’iyan de, nêrînên Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, stranên kurdî û nameya ku Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trûmp a di 9’ê cotmeha 2019’an de ji Serokkomar Erdogan re şandiye weke “propagandaya rêxistinê”hatine hesibandin.    M.S.O., dî îfadeya ku daye de qebûl kiriye ku parvekirinan wî kiriye lê sûcdariyên li dijî xwe red kir. Li gel vê jî doznameya ku derbarê M.S.O. de hatiye amadekirin, ji aliyê 11’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û darizandina wî hat destpêkirin.