HDK’ê Yaşar Kemal bi bîr anî 2021-02-28 12:47:12   STENBOL – Komîsyona Çand û Hunerê ya HDK’ê, di 6’emîn salvegera mirina wî de Yaşar Kemal bi bîr anî û destnîşan kir ku Yaşar Kemal wêrekiya ku li dijî Axayên mîna Abdî, Înce Memedbûnê hiştiye.   Komîsyona Çand û Hunerê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), di 6’emîn salvegera mirina wî de bi daxuyaniyeke nivîskî mamoste û nivîskar Yaşar Kemal bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku romanên Yaşar Kemal taybetmendiya xwe ya hînkirinê ya navbera nifşan diparêzin û ev tişt hat gotin: “Em hostayê mezin Yaşar Kemal ku wêrekiya li dijî Axayên mîna Abdî, Înce Memedbûnê li hemû bindestan re hişt bi bêrîkirin bi bîr tînin.”