Qeyûm darên 20 salî birî 2021-02-28 13:57:58   MÊRDÎN – Qeyûmê Şemrexê gelek darên ku beriya 20 salan li refûje hatinûn danîn birî. Ji berk u welatiyan bertek nîşanî birîna daran da polis hatin cihê bûyerê û bi welatiyan re ketin nîqaşê.    Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, darên ku beriya 20 salan li refûja rêya Amed û Mêrdînê hatibûn danîn, ji aliyê xebatkarên Şaredariya Şemrexê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin ve hatin birîn. Ebatkaran gelek darên tû û çaman birîn. Hat hînbûn ku ku qeyûm di bin navê nûkirina rê û bandora neyînî ya li trafîqê de biryar birîna daran daye.    WELATÎ LI DIJ DERKETIN   Esnaf û welatiyên li herêmê bertek nîşanî xebatkarên şaredariyê dan û xwestin birîna daran asteng bikin. Ji ber vê di demeke dirêj di navber xebatkarên şaredariyê û welatiyan de nîqaş derket. Li ser vê polis hatin cihê bûyerê û nîqaşeke qasekî din jî dirêj bû. Li ser bertekên welatiyan birîna daran hat rawestandin. Welatiyekê van kêliyan bi telefona xwe qeyd kir. Welatiyê ku qeydê girt, da zanîn ku darên hatine birîn 20 salî ne û heyfin ku tên birîn.