ROJEVA 1'Ê ADARA 2021'AN 2021-03-01 09:00:59   * Malbata siyasetmedarê kurd Omer Bartan ê ji aliyê KDP’ê ve teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, da zanîn ku ji ber ku Bartan sîxûrtî qebûl nekir, di 28’ê Çileyê de, bi awayekê çavên wî girêdayî, destên wî kelepçekirî teslîmî Tirkiyeyê kirin.” * Rojnameger Nîhat Kaya, diyar kir ku operasyona Garê derûniya “tirsê” ya hatibû avakirin ji holê rakir û got: “AKP’ê ji bo jibîrkirina Garê, bi armanca ‘serkeftineke erzan’ xwest êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, lê ew bi xwe têk çû.”   * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşmeya "Li Sûrê vejîn dest pê dike" dest bi xerakirina xaniyên taxa Ben û Senê kiriye. Lê şêniyên taxê yên jin li dijî xerakirina taxê ne. Jinan anîn ziman ku ew qayilin birçî bibînin, lê qebûl nakin ku xaniyê wan bê qerakirin.    * Jina koçer Asya Ertan a di temenê xwe yê zarokatiyê bi zorê tê zewicandin û her tim rastî tundiyê hat, da zanîn ku tu carî nikare dest ji têkoşînê berde. Ertan a bi stranekê jiyana xwe tîne ser ziman wiha got: "Divê jin mafên xwe bi dest bixin."   * Elîf û Dîlyar Çalişan, du jinên ku dikandariyê dikin e. Her du jin li aliyekê li dijî kodên zayendperet ên civakê têdikoşin û li aliyê din jî, hewl didin azadiya xwe ya aboriyê bi dest bixin.    * Serokê Vakfa Aştiyê Hakan Tahmaz, diyar kir ku operasyona Garê sînorê bêçeseriya pirsgirêka Kurd nîşan da û wiha got: "Operasyona Garê hevsengiya siyaset ser û bin kir. Êdî kevir ji cihê xwe leqiya. Ji salên 1990'î heta 2015'an 368 esker hatin rizgarkirin."    * Sekreterê Giştî yê TUM BEL-SEN’ê ya Amedê Yilmaz Yildirimci, diyar kir ku 3 meh in qeyûm mûçeya xwarina karkeran nade wan û got: “Qeyûm vê rewşê weke amûra zextê li dijî karkeran bi kar tîne.”   * Rêvebera HDP’ê ya Bajêr a Aydinê Caîze Yarici ya ku du caran li Aydin bi lêgerîna tazî re rûbirû ma, derbarê vê kiryar û binpêkirina mafan û şikandina rûmetê de, li Serdozgerriya Komarê ya Dîdîmê gilî kir.   *TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê û rêxistinên jinan wê li gelek navendan şahî û çalakiyên 8'ê Adarê birêve bibin. (10.00-17.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya HDP'ê dê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)