Qeyûm 3 meh in mûçeya xwarina karkeran nade 2021-03-01 09:14:55 AMED - Sekreterê Giştî yê TUM BEL-SEN’ê ya Amedê Yilmaz Yildirimci, diyar kir ku 3 mehin qeyûm mûçeya xwarina karkeran nade wan û got: “Qeyûm vê rewşê weke amûra zextê li dijî karkeran bi kar tîne.” Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) a dibin rêveberiya qeyûm de, 3 mehin mûçeya xwarinê ya di Peymana Kar a Giştî de, bi Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Rêveberiya Herêmî ya Giştî (TUM BEL-SEN) îmzkiribû, nade karkeran. 880’î karkerên di DBB û Îdareya Av û Kanalîzasyon (DÎSKÎ) a girêdayî şaredariyê de dixebitin, 3 mehin mûçeyên xwarina xwe ya bi TÎS’ê re misoger bûye nikarin bigirin.   Sekreterê Giştî yê TUM BEL-SEN’ê Yilmaz Yildirimci, diyar kir ku mûçeyên xwarina karkerên di TÎS’ê de dixebitin bi sendîkayê re hatiye îmzkirin. Yildirimci, da zanîn ku rêveberiya qeyûm vê rewşê weke amûra zextê li dijî karkerên şaredariyê bi kar tîne.    WÊ ŞOPDAR BIN   Hevserokê Şaxa TUM BEL-SEN a Amedê Mehmet Candar jî, da zanîn ku ewê weke sendîkaya şopdarê pêvajoya hiqûqî ya vê rewşê bin û got: “Heya ku ev pirsgirêk çareser bibe, em ê şopdarê vî karî bin. Ji ber ku ev maf bi salane hatiye dayîn û mafekê hatiye qezenckirine.”