Karsazê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da 2021-03-01 11:54:53   MÊRDÎN - Karsaz Oktay Mûngan ê li navçeya Nisêbînê di êrişeke çekdarî de bi giran birîndar bibû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.   Karsaz Oktay Mûngan ê ku di 10’ê Sibatê de, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, di êrîşeke çekdarî de birîndar bibû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Mûngan di saetên şevê de qeyrana dil derbas kiriye. Cenazeyê Mûngan, wê piştî kirariyên otopsiyê li navçeya Nisêbînê bê definkirin.   4 KES HATIBÛN GIRTIN   Di encama lêpirsîna derbarê bûyerê de, karsaz Ş.B. jî di nav de 4 kes hatibûn girtin. Hat destnîşankirin ku ji ber pêdankirina êrişê derbarê kesek din de jî biryara girtinê hatiye dayîn. Wekî din derketibû holê ku têkiliya êrişkaran bi Ocaxên Ak ên Osmaniyê ya Nisêbînê re hene.