Qedexeya çalakiyan a Colemergê dirêj kirin 2021-03-01 12:49:27   COLEMÊRG -  Qedexeya çalakiyan a Colemêrgê 15 rojên din jî hat dirêjkirin.    Walîtiya Colemêrgê, li tevahiya bajar ji bo 15 rojan çalakiyan qedexe kir. Qedexeya ku hat îlankirin wê heta 15’ê adarê bidome û weke hincet jî bergiriyên vîrûsa koronayê hat nişandan.