Ciwanê eskeran birîndar kiribû, ji nexweşxanê derket 2021-03-01 14:41:23   WAN - Ciwanê 20 salî Mehmet Alî Nametogûllari yê di 7’ê Sibatê de, li Wanê eskeran birîndar kiribû, ji nexweşxaneyê hat derxistin.   Li herêma Erçek a dikeve navbera navçeyên Rêya Armûş û Qelqelî yên Wanê, eskeran di 7’ê Sibatê de, bi îdîaya li gorî “Hişyariya raweste” tevnegeriya, gule berdan ciwanê 20 salî Mehmet Alî Nametogûllari. Mehmet Alî yê li Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê dihat dermakirin, ji nexweşxaneyê hat derxistin.    WÊ GILÎ BIKE   Bavê ciwanê 20 salî, Îskender Nametogûllari, diyar kir ku rewşa tenduristiya kurê wî başe û got, ew ê bi navbeynkariya parêzerên xwe, derbarê bersûcan de, gilî bikin.