ROJEVA 2'YÊ ADARA 2021'AN 2021-03-02 09:00:30 * Jinek ji vir 36 sal berê bû mêvanê Cizîriyan. Çarenûsa navçeyê guhert. Ev jina serhildêr Binevç Agal (Bêrîvan) e. Navê xwe ji destana kurdî ya “Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn” digire. Wek jinek berxwedêr ji bo jinan bû rêbera destanek lehengiyê.  * Hewa êdî germ dibe û bêhna biharê tê. Qadên pîrozbahiyan jî germ dibin. Konserên Amîdayê wê van qadan germ bikin. Vê konsera di dorê de bi temaya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat amadekirin. Di konserê de hunermendên jin distrên û hunera xwe nîşan didin.     * JINHA ku bi dirûşmeya "Û em dinivîsin. Mêr çi difikirin bila bifikirin, em dinivîsin" çapemeniya zayendparê deşîfre û li ber qalibên heyî rabû, 9 sal li dû xwe hiştin. Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê û edîtora Jinnewsê Ayşe Guney got: "Jinên dadikevin kuçeyan ji me, em jî ji wan hêzê digirin."    * Danişîna doza derbarê kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de sibê ye. Ji ber kuştina Elçî 3 jê polîs 4 kes tên darizandin.    * Di rapora Budçeya Navendî ya 2021'ê de tê îdiakirin ku "194 navendên jinan hatine vekirin." Lê belê Hevberdevka Desteya Rêvebiriyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê Hediye Karaaslan, destnîşan kir ku ev ne rast e û pirsî: "Ev 194 saziyên jinan ka li ku ne?"    * Di fezlekeyên ku vê dawiyê derbarê 9 parlementerên HDP'ê de hatie amadekirin, daxuyaniyên parlementeran, civînên çapemeniyê yên li meclîsê, çalakiyên ku tev li wan bûne û parvekirinên wan ên derbarê protestoyên Bogazîçiyê de sûc hatine hesibandin.    * Endamên Tevna Parastina Jinê ya Kemalpaşa, di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi dirûşmeya "Mekanên jinan, li dijî mekanên serdest ên mêran" wê "Mor Mekanê" veke.    * Hevseroka HDP'a Mêrsînê Gulbahar Şofer û Endamê Meclîsa Partiyê Bariş Karabiyik, li dijî binçavkirina rêvebiriyên partiyê çalakiya "mirovê sekinandî" li dar xistibûn. Derbarê Şofer û Karabiyik de, bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku çalakî bi telîmata rêxistinê hatiye lidarxistin.    * Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê û rêxistin û saziyên jinan di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dê çalakî û şahiyan birêve bibin. (11.00-17.00)   * MEBYA-DER wê têkildarî binçavkirina hevserokên xwe û serdegirtina avahiya xwe dê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)   * HDP li Meclîsê komcivîna xwe ya heftane wê li dar bixe. (12.45)   * Rêxistina HDP'ê ya Çankaya Enqereyê di çarçoveya kampanya "Destpêkê Edalet" de ji bo biryara DMME'yê ya ji bo Selahattîn Demîrtaş were sepandin dê nameyan ji Wezareta Dadê re bişînin (13.00)