Wê jin li dijî serdestiyê 'Mor Mekan' vekin 2021-03-02 09:04:09 ARTVÎN - Endamên Tevna Parastina Jinê ya Kemalpaşa, di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi dirûşmeya "Mekanên jinan, li dijî mekanên serdest ên mêran" wê "Mor Mekanê" veke.  Li navçeya Kemalpaşa ya Atrvînê dê di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de "Mekanê Mor" bê vekirin. Ê mekan ji aliyê endamên Tevna Parastina Jinê ya Kemalpaşeyê bi dirûşmeya "Mekanên jinan, li dijî mekanên serdest ên mêran" bê vekiri.. Armanc ew e ku li vî mekanî atolyeyên cur bi cur bên lidarxistin.    Endamên tevnê behsa "Mor Mekanê" kirin.    DILÊ TÊKOŞÎNÊ    Endama Tevna Parastina Jinê ya Kemalpaşayê Yilda Yagci, anî ziman ku li herêmê gelek mekanên mêran hene, lê belê mekanine aydê wan tune ne ku karibin wextê xwe lê derbas bikin. Yagci, anî ziman ku dê bi "Mor Mekanê" ji vê rewşê xelas bibin û got: "Ê Mor Mekan bibe dilê têkoşîna jinê."    Ê ATOLYE BÊN LIDARXISTIN    Yagci ku got "Armanca me ya ewil, em hevalên jin bînin cem hev du" diyar kir ku dê bi "Mekan Morê" gelek atolye û çalakiyan li dar bixin. Yagci got: "Armanca me ya herî girîng jî, em feraseta xweparastina feminîst li jinan peyda bikin. Em dixwazin jin hay ji hêza xwe hebin. Her ku bên vira dibe u pêdiviyên wan biguherin û em ê jî li gor vê rêyekê diyar bikin. Ji xeynî vê em ê atolyeyên xweparastinê, atolyeyên derbarê zayendê û rojên sînemayê jî li dar bixin. Ji bo ku jin karibin debara xwe bikin, em ê derbarê aborî de jî hin atolyeyan li dar bixin."    Yagci, da zanîn ku dê Mekan Morê di 8'ê Adarê de vekin û got: "Divê tu carî em dev ji berxwedan, xweparastin û azadiya xwe bernedin."    ‘EM BI HEV RE BIHÊZTIR IN'    Endama tevnê Canan Ozkan jî anî ziman ku hema bibêje her deqeyê yan jinek tê kuştin an jî tahde lê tê kirin. Ozkan, bilêv kir ku dê bi dirûşmeya "ji bo jiyanê" li qdan bin û got: "Em li bendê ne ku jin di 8'ê Adarê de dakevin kuçeyan. Em dixwazin jin bên cem hev du û zanibin ku em bi destên rjîmê tên kuştin û divê em li dijî vê dengê xwe bilind bikin. Di 20 salên dawî de tahdeyeke dijwar li jinan tê kirin. Di dema AKP'ê de cinayetên jinan zêde bûn. Divê em dev ji têkoşîna rêxistinbûyî bernedin û bi piştevaniyî tevbigerin."    BANGAWAZÎ JI BO 8'Ê ADARÊ    Seçîl Yagmûr Mûtî jî bal kişand ser cinayetên jinan û destnîşan kir ku dê bi dirûşmeya "Cinayetên jinan polîtîk in" û "Em dixwazin bijîn" dakevin kuçeyan. Mûtî got: "Em bi hêza hev, bihêztir dibin. Lewma di 8'ê Adarê de divê em li cem hev bin û li refa herî pêş biqîrin."    Endama Tevna Parastina Jinê ya Kemalpaşayê Guneş Altinkaya jî destnîşan kir ku dê jin dev ji têkoşînê bernedin û got: "Em ê di 8'ê Adarê de ji bo azadiya dakevin kuçeyan."    MA / Tolga Guney