Li şûna polîsê dest şikand wekîl sûcdar hat dîtin 2021-03-02 10:26:29   ENQERE - Dozger der barê parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca de ji ber tev li çalakiya ku polîsan mudaxale kir û destê wê şikandin de fezleke amade kir.  Uca têkildarî bûyerê serlêdana sûc kiribû, lê dozger hewce bi lêpirsînê nedît.    Dozgeriyê der barê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên serema 27'emîn de bi giştî 955 fezleke amade kir. Der barê parlamenterên CHP'ê de 246, der barê parlamenterên AKP'ê de 13, der barê parlamenterên MHP'ê de 9, der barê parlamenterên ÎYÎ Partî de 15, der barê parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) de 9, der barê Partiya Yenîlîk 1,  der barê wekilên serbixwe de 28 fezleke amade kirin. Dozger der barê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz de jî 54 fezleke amade kir. Ji 33 fezlekeyên pêşkêşî meclîsê hatin kirin jî 28 fezleke der barê parlamenterên HDP'ê de ne.    Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr di 5'ê Çileya 2020'an de di Kongreya Rêxistina HDP'ê ya Aydinê de li ser mijara tecrîdê axivî. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy di 25'ê Tebaxa 2019'an de li ser tayînkirina Qeyûman axivî bû. Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Sait Dede, li ser mijara tecrîdê axivî bû. Dozger axaftinên wan û çalakiyên wan wekî sûc hesiband.    DIJBERIYA TUNDIYÊ SÛC DÎTIN   Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, di 25'ê Mijdara 2019'an de li avahiya HDP'ê ya Rihayê tev li şahiya “Ji tundiya li dijî jinan re na" bûbû. Bi hinceta tev li çalakî û xwepêşandanên dijzagonî bûye fezleke amadek ir.    HELBESTA AHMED ARÎF    Dozger dîsa der barê Surucu de ji ber li ser medya civakî helbesta Ahmed Arîf parve kir, fezleke amade kir. Rêxistina HDP'ê di 13'ê Gulana 2019'an de  ji bo tecrîd rabe, çalakiya runiştinê pêk anîbûn. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca tev li çalakiye bûbû û dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin". Di heman çalakiyê de polîsan êrîş kiribû. Di êrîşê de polîsan destê Uca şikandibû. Uca têkildarî mijarê li gel parêzer û belgeyan serlêdana sûc kir. Lê dosgeriyê pêdivî bi lêpirsînê nedît. Dozger ji bo heman çalakiyê li dijî Buca Fezleke amade kir.    Dozger, dîsa der barê Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk de ji ber di  10'ê Cotmeha 2019'an a li Amedê gotina “Kurd” û “Kurdistan” anî ziman, fezleke amade kir û wekî sûc dît. Dozger parvekirina Ozdurk a Nûçeya Ajansa  Mezopotamya  (MA) jî wekî sûc dît.    MA / Dîren Yurtsever