Di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin 2021-03-02 11:42:10   MÊRSÎN - Di serdegirtinên malan ên li Mêrsînê de rêveberên HDP’ê yên berê û Serokê GÎŞ-DER’ê Abdulselam Kûtlû jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin.   Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi rêve dibe de polîsan duh bi şev bi ser hin malan de girtin. Piştî serdegirtinan rêveberên HDP’ê yên Mêrsînê yên berê Cabbar Karabey, Zozan Îlgen, Serokê Komeleya Karkerên Bêtemînat (GÎŞ-DER) Abdulselam Kûtlû û 3 kesên navên wan nehat zanîn hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê tên ragirtin. Derbarê hinceta binçavkirinan de tu agahî nehatin bidest xistin. Ji aliyê din aktivîsta TJA’yê Berîtan Onen a di çarçoveya operasyonê de li Amedê hat binçavkirin li bendê ye ku wê bînin Mêrsînê.