Dadgehê doza polîsên ji teqîna 5'ê Hezîranê tên darizandin taloq kir 2021-03-02 11:42:28   AMED - Danişîna 19 polîsên ji doza teqîna 5'ê Hezîranê ya di mîtinga HDP’ê ya Amedê de dihatin darizandin hat dîtin. Heyeta dadgehê doz taloq kir.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê di 5'ê Hezîrana 2015’an de li Îstasyona Amedê mîtîng li dar xistibû. Di mîtîngê de teqîn pêk hatibû. Di teqînê de 5 kesan jiyanaxwe ji dest dabûn, 400 kes jî birîndar bûbûn. Di êdîşa ku endamên DAÎŞ'ê pêk anîbûn de 19 polîs hatin darizandin. 11’emîm danişîna polîsan îro li 14’emîm Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Dadgehê piştî li îfadeyên polîs û parastina parêzeran guhdar kir, doz taloqî 25'ê Gulanê kir.