Gergerlîoglû ji parlamenteran re name şand 2021-03-02 13:24:48 ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû têkildarî biryara Dadgeha Bilind a derbarê wî de ji parlamenteran hemû partiyan re name şand.    Dadgeha Bilind cezayê li Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Endamê Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê Omer Farûk Gergerlîoglû hatibû birîn erê kiribû. Gergerlîoglû têkildarî vê biryara Dadgeha Bilind derbarê wî de daye name ji parlamenterên hemû partiyan re şand. Gergerlîoglû di nameya xwe de got: “Biryara Dadgeha Bilind darbeyek mezin a li dijî Meclîsê, îradeya gel û aktîvîzma mafê mirovan e.”    Gergerlîoglû destnîşan kir ku “Pilana Çalakiya Mafê Mirovan” a AKP’ê dê îro were eşkerekirin û got: “Îro pakêta reforma mafê mirovan tê eşkerekirin. Her kes dibêje û dipirse ‘li aktîvîstê mafê mirovan Parlamenter Omer Farûk Gergerlîoglû, bêhiqûqî ceza hatiye birîn û tê xwestin parlamenteriya wî were betalkirin, wê pakêta mafê mirovan çiqas ji dil be?’