MEBYA-DER’ê bertek nîşanî binçavkirinan da 2021-03-02 14:00:22 AMED - MEBYA-DER’ê, bertek nîşanî binçavkirina hevserok, rêveber û endamên xwe da û got: “Komeleya me her tim bi hestiyariya civakî tevgeriyaye, tim li dijî bêmafî, bêhiqûqî û şer derketiye û aştî, demokrasî û wekhevî parastiye.”    Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirin (MEBYA-DER), derbarê hevserok, rêveber û endamên xwe yên di serdegirtinên 27’ê Sibatê hatibûn binçavkirin de, li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamê MEBYA-DER’ê Alî Kanik, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Bi serdegirtina komeleya me ne qanûnî û hiqûqiye. Bi awayekê bêhiqûq rêveber û hevserokên me binçav kirin. Em dixwazin tavilê hevalên me bên berdan.”    ‘EM LI DIJÎ ŞER DERKETIN’    Kanik, diyar kir ku polîsan di serdegirtinê de deriyê avahiya komeleya wan şikandin û wiha pê de çû: “Polîsan di heman demê de bi ser malên hevserok, rêveber û endamên me de jî girtin. Dest danîn ser belgeyên saziyê yên fermî. Armanca avakirina komeleya me di rêziknameya me de bi awayekê aşkere hatiye nivîsandin. Me komeleya xwe bi destûra Wezareta Karên Hûndir, Walîtiyê û Maseya Komeleyê vekiriye. Komeleya me her tim bi hestiyariya civakî tevgeriyaye, tim li dijî bêmafî, bêhiqûqî û şer derketiye û aştî, demokrasî û wekhevî parastiye.”   ‘DEST JI VAN KIRYARÊN KEYFÎ BERDIN’   Kanik, xwest ku rêveber, endam û hevserokên wan tavilê bên berdan û ev bang kir: “Divê hevalên me bên berdin. Em serdegirtina komeleya xwe û van binçavkirinên bêhiqûqî şermezar dikin. Divê desthilatdarî dest ji van kiryar û pêkanînên xwe yên keyfî û ne demokratîk berde.”