Sefirê Avûstralyayê Innes-Brown serdana HDP'ê kir 2021-03-02 16:40:49   WAN - Sefirê Avûstralyayê yê Tirkiyeyê Marc Innes-Brown, Rêxistina HDP’ê ya Wanê ziyaret kir.    Sefirê Avûstralyayê yê Tirkiyeyê Marc Innes-Brown, serdana Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê kir. Hevserokê Bajêr Fîkret Dogan û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, Înnes Brown pêşwazî kirin. Hevdîtina Innes-Brown û HDP'iyan ji çapemeniyê re girtî pêk hat.