ROJEVA 3'YÊ ADARA 2021'AN 2021-03-03 09:00:08 * Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Êlihê, li girtiyên ku dertên axaftina telefonê tekmîl tê ferzkirin û serdegirtinên qawişan di demên dawîn de zêde dibin. * Jinên ku me ji bo 8’ê Adarê mikrofona xwe dirêjî wan kir, bal kişandin ser sedemên zêdebûna tundiya zilam û ev bertek nîşan dan: “Bila polîtîkayên necezakirinê bi dawî bibin. Peymana Stenbolê bê cih anîn û em dixwazin di kolanan de azad bigerin.”   * Endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê diyar kirin ku desthilata AKP’ê û MHP’ê di serî de ciwan li dijî hemû civakê polîtîkayên şerê taybet bi rêve dibe û anîn ziman ku wê li dijî vê hişmendiyê têkoşîna xwe mezintir bikin.   * Endezyarê Çandiniyê Ozer Uçer, diyar kir ku qedexeyên zozanan hilberîn û qalîteya hingiv xistine û got ku ji ber qedexeyan hilberîna hingiv ji hezar tonî daketiye 700 tonî.   * Cîgirê Hevserokê MXDŞ'ê Heso Îbrahîm, diyar kir ku ew li dijî her cure êrişan amade ne û got: “Eger Êzîdxan tune bibe, wê demê dê Kurd jî tune bibin."   * Bijîşk û xebatkarên tenduristiyê bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê û vê bangê li rayedaran kirin: “Mafê jiyanê pîroz e. Daxwazên girtiyan qebûl bikin.”   * Kemal Gur ku di sala 2018'an de li dijî tecrîdê 87 rojan di greva birçîbûnê de mabû, diyar kir ku bidawîbûna tecrîdê dê pêşî li ber demokrasiyê veke û got: "Mecbûr in Ocalan û hevalên wî esas bên girtin."    * Parêzer Yûsûf Erdogan, destnîşan kir ku desteyên ku li girtîgehan hatine çêkirin, xwe dixin şûna darazê û got: "Ev rêzikname, pêkanîneke ku rêgezên sereke yên hiqûqa cezayî binpê dike."   * Û.A., anî ziman ku di sala 2016'an de li Girtîgeha Sîncanê lêgerîna tazî li wî û hevalên wî hatiye ferzkirin û gardiyanan bi qayişê qirika hevalekî wî jidandine û bi vî awayî kincên wî jê kirine.    * Li Artvînê jinên ku amadekariyên 8'ê Adarê dikin, anîn ziman ku dê bi awayekî bihêztir û rengîtir dakevin kuçeyan.    * Kovara Jineolojiyê di sala 6'an de ye. Endama desteya Weşanê Rojda Yildiz, destnîşan kir ku armanca wan, deşîfrekirina kodên mêraniyê û avakirina pergaleke alternatîf e.    * Li seranserê cîhanê amadekariyên ji bo 8'ê Adarê didomin. Ji 8 welatan 8 jinan got: "Em bi hev re, li gel hev in. Me rêyeke dûr û dirêj kudand. Ancax em dikarin bi hev re bi ser bikevin. Heya niha hêzeke kolektîf a bi vî rengî çênebûbû."    * Li Mûşê Kazim Altinmakas hevjîna xwe Fatma Altinmakas kuştibû. Di îdianameya derbarê bûyerê de hat amadekirin ji bersûc Kazim Altinmakas re cezayê girankirî yê heta hetayê tê xwestin.    * Danişîna duyemîn a doza derbarê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de hatiye vekirin dê li Dadgeha Cezayê Giran a 10'emîn a Amedê were lidarxistin. (09.00-17.00)    * Aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de wê çalakî û şahiyan li dar bixin. (11.00-18.00)   * Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê ya Marmarayê wê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)    * Cîgira Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş dê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)