‘Bidawîbûna tecrîdê, wê pêşî li ber demokrasiyê veke' 2021-03-03 09:21:15   ENQERE - Kemal Gur ku di sala 2018'an de li dijî tecrîdê 87 rojan di greva birçîbûnê de mabû, diyar kir ku bidawîbûna tecrîdê dê pêşî li ber demokrasiyê veke û got: "Mecbûr in Ocalan û hevalên wî esas bên girtin."    Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatine destpêkirin, di roja 97'an de ne. Kemal Gur ku di sala 2018'an de li Girtîgeha Panosê ya Tîpa L'yê de li dijî tecrîdê 87 rojan di greva birçîbûnê de mabû, di 27'ê Cotmeha 2019'an de hatibû berdan. Gur, behsa pêvajoya wê demê kir û çalakiyên greva birçîbûnê yên niha nirxandin.    Gur, bilêv kir ku di sala 2018'an de gava Hevserokê HDP'a Etîmesgûtê bûye, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û got: "Gava min birin girtîgehê, min xistin odeyekê û ji min xwestin xwe tazî bikim. Min, lêgerîna tazî qebûl nekir. Lê bi darê zorê kincên min qetandin û ji min kirin."    NEÇARESERΠ   Gur, anî ziman ku li girtîgehan binpêkirinên mafan veguherîne awayekî sîstematîk û got: "Sedema grevên birçîbûnê, neçareseriya li derve ye. Hevalên girtî li dijî zext û zoriyan, êrîşan û polîtîkayên qirêj li ser pêyan e. Şertên girtîgehan ne insanî ne."    SOZÊN XWE BI CÎ NEANÎN    Gur, bilêv kir ku di dawiya çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018'an de daxwazên wan hatibûn qebûlkirin, lê belê sozên ku hatibûn dayîn pêk neahtibûn. Gur, xwest her kes bibe dengê çalakiyên greva birçîbûnê û got: "Her kes, divê mafê xwe yê demokratîk bi kar bîne û dakeve qadan. Girtiyan, bedena xwe daye ber birçîbûnê. Ji lew re li derve neçareseriyek heye. Divê em piştgiriya vê îradeya muazam bikin. Ev daxwazeke insanî ye."    ‘Ê PÊŞÎ LI BER DEMOKRASIYÊ VEBE'    Gur, destnîşan kir ku heger tecrîda li Îmraliyê bidawî bibe, dê pêşî li ber demokrasiya Tirkiyeyê vebe û got: "Gava dewlet tecrîdê pêk tîne, miro, girtî dev jê bernadin. Mirovan ji bo çareserkirina pirsgirêkê her tişt dane ber çavên xwe. Heger li welatekî hiqûq nemabe û îqtidar rabe qanûnên xwe binpê bike, ê ev wekî pêşerojeke baş nexuyê. Ocalan, dixwaze hemû pirsgirêk bi awayekî demokratîk bên çareserkirin. Tirkiye, mecbûr e ku Ocalan û hevalên wî esas bigire."