‘Li girtîgehan rêgezên sereke yên hiqûqa cezayî tên binpêkirin' 2021-03-03 09:24:53   AMED - Parêzer Yûsûf Erdogan, destnîşan kir ku desteyên ku li girtîgehan hatine çêkirin, xwe dixin şûna darazê û got: "Ev rêzikname, pêkanîneke ku rêgezên sereke yên hiqûqa cezayî bin pê dike."   "Rêziknameya Derbarê Nirxandina Navendên Çavnêrî û Senifandinê û Hikimxwaran de" di 1'ê Çileyê de ketibû meriyetê. Ji roja ku ketiye meriyetê heya niha li girtîgehan bi navê hiqûqê tiştek nemaye. Gelek hikumxwarên ku înfaza wan qediyaye, bi hinceta vê rêziknameyê bi awayekî kêfî nayên berdan. Endamê Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Parêzer Yûsûf Erdogan, rêziknameya navbirî nirxand û got: "Ev rêzikname, pêkanîneke ku rêgezên sereke yên hiqûqa cezayî binpê dike."   HELWESTEKE KÊFΠ   Erdogan, li ser naveroka rêziknameyê jî sekinî û destnîşan kir ku mijara "rewşa baş" ya girtiyan, jixwe ji berê de di nav qanûna jimare 5275'an de hebûye, lê belê bi pîvanên ku li rêziknameya nû hatine zêdekirin, kes di çarçoveya dê sûc bike ya neke, tên nirxandin. Erdogan, destnîşan kir ku deste xwe xstiye şûna darazê û wisa biryarê dide û got: "Kes, ji bo sûcê pê tê tawanbarkirin înfaz bike di girtîgehê de ye. Piştî ku cezayê hatiye diyarkirin dikişîne, divê bê berdan. Berdana bi şert û merc, di qanûnan de hatiye diyarkirin. Lê belê bi rêziknameya nû re qinyateke lê hatiye zêdekirin; gelo dibe ku sûc bike yan na. Ev helwesteke kêfî ye."    Erdogan, destnîşan kir ku di hin biryaran de ne girîng e ku ka cezayê dîsîplînê li kes hatiye birîn an na û got: "Erka texdîrê dane îdareyê. Mesela, em bibêjin kesek bi lêgerîna tazî re rû bi rû ma. Ev kes dikare gilî bike. Dikare bi nameyê an jî bi rêyê din serlêdanê bike. Lê belê îdareya girtîgehê vê serlêdanê ji bo gilîkirinê bi awayekî din şîrove dike û radibe cezayê dîsîplînê li kes dibire. Ji ber vê kes bernade."    Erdogan, bibîr xist ku gelek kesên înfazên wan qediyane lê nehatine berdan serî li ÎHD'ê dane û ji bo ev rêzikname bê betalkirin doz hatine kirin û divê Dadgeha Qanûna Bingehîn derbarê vê mijarê de biryarê bide.    BINPÊKIRINA RÊGEZÊN SEREKE    Erdogan destnîşan kir ku ev rêzikname pêkanînek e ku rêgezên sereke yên hiqûqa cezayî binpê dike û got: "Bi vê pêkanînê re mafê azadî û ewleyiyê yê kes tê binnpêkirin."    MA / Mehmet Şah Orûç