‘Bi qayîşê qirika wî jidandin, lêgerîna tazî lê ferzkirin' 2021-03-03 09:25:23 ENQERE - Û.A., anî ziman ku di sala 2016'an de li Girtîgeha Sîncanê lêgerîna tazî li wî û hevalên wî hatiye ferzkirin û gardiyanan bi qayişê qirika hevalekî wî jidandine û bi vî awayî kincên wî jê kirine.    Û.A. ku di sala 2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û niha di Girtîgeha Sîncanê de ye, lêgerîna tazî ya lê hatiye ferzkirin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û rewşa xwişka xwe ya girtî bi rêya Ajansa Mezopotamyayê (MA) raggihand raya giştî.    Û.A., diyar kir ku gava wî birine girtîgehê bi darê zorê ew tazî kirine û got: "Di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî li min ferz kirin. Ewilî xwestin em sakoyên xwe ji xwe bikin. Gava me sako ji xwe kirin, vê carê xwestin em îşlig û pantorên xwe jî ji xwe bikin. Min jî got, ev ne rast e û binpêkirina mafên şexsî ye û min qebûl nekir. Bi dû re gardiyanên li cem min ez derb kirim û bi zorê kincên min j min kirin. Piştî vê min xistin Girtîgeha Sîncan a Tîpa F'yê. Gava em di girtîgehê de bûn hewldana darbeyê çêbû. Bi dû re ez jî di nav de me 15-20 kes birin Girtîgeha Tekirdagê ya Jimare 2 a Tîpa F'yê. Li wir jî heman tişt hat serê me. Lêgerîna tazî li hevalên me ferzkirin."    CEZAYÊ HUCREYÊ    Û.A., anî ziman ku hevalekî wî li ber vê rabûye û got: "Qayîşa wî derxistin û xistin qirika wî. Bi vî awayî kincên wî jê kirin. Me jî got em tiştekî werê qebûl nakin, lê bi zorê kincên me ji me kirin. Hevalê me yê ku bi qayişê hindik mabû bê feitisandin got, 'Madem we bi zorê em tazî kirin û eger ev ne bêehlaqtîtî be, ez ê jî wisa biçim qawîşê.' Vê carê jî ji bo kincên xwe li xwe bike qayîş xistin qirika û bi zorê kincên wî lê kirin. Dewsa qayîşê çêbûbû. Me ji bo vê gelek daxwaname dan dozgeriyan û dadgeran. Lê ji ber vê, bi hinceta ku 'em li ber karmend rabûne' cezayê hucreyê li me birîn."    LÊPIRSÎN NEHAT DESTPÊKIRIN    Û.A., bibîr xist ku xwişka wî V.K. di girtîgehê de ye û ji bo gotinên Serokwekîla AKP'ê Ozlem Zengînê ku gotibû "bi telîmatê dibin xweyî zarok" got: "Heya niha derbarê xwişka min de lêprsînek jî tune ye. Ji ber FETO'yê derbaêr hevjînê wê de biryara girtinê tê dayîn. Hevjînê wê mamoste û ew jî akademîsyen bû. Gava xwest tevî hevjînê xwe biçe derveyî welat, nahêlin biçin. Li wir yek jê îxbara wan dike. Cendirme wan li texma Çemê Merîcê digire û wan dibe qereqolê. Gava xwişka min di binçavan de bû zarokek wê 3 salî û yek jê jî 3 mehî bû. Ew hê jî girtiye û niha zarokek wê 4 salî û yek jê jî 1 alî ye. Derbarê mirovên wek xwişka min de propagandayê wisa dikin."    MALBAT BELAWELA BÛ    Û.A., bilêv kir ku piştî ku hevjînê xwişka wî jî hatiye girtin, malbata bi temamî belwela bûye û got: "Derûniya xwişka min nebaş eû divê dermanan bi kar bîne. Lê niha nikare biçe nexweşxaneyê. Çimkî heger biçe nexweşxaneyê ê 14 rojan di hucrey karantînayê de bimîne. Ji ber deûrniya wê nebaş e, naçe. Zarokên wê yek li cem dapîra xwe û yê din jî li cem bapîra xwe ye. Xwişka min di Girtîgeha Sîncanê de ye û dê û bavên min jî li Rihayê dimînin. Xwişka min ji bo sewqî Rihayê bê kirin daxwaznameyan dide, lê tim tên redkirin."