Li dijî MEBYA-DER’ê operasyona duyemîn: Rêveberê 81 salî û gelek kes hatin binçavkirin 2021-03-03 10:04:18 AMED - Piştî 4 rojan operasyona duyemîn li dijî MEBYA-DER’ê pêk hat û rêveberê wê Şehmûs Turk ê 81 salî jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.   Polîsan di 27'ê Sibatê de bi ser Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirin (MEBYA-DER) û gelek malan de girtibû. Polîsan cara duyemîn li dijî MEBYA-DER’ê operasyon kirin û di serdegirtina malan de rêveberên komeleyê Şehmûs Turk (81), Yildiz Damla, Ayşe Tutmaz, Halîme Topûz, Aysel Pehlîvan û Saît Borta di nav de de gelek kes binçav kirin.   Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.    11 KES DI BINÇAVAN DE NE   Di 27’ê Sibatê de polîsan bi serdegirtinên li navenda bajêr û navçeya Karazê de, hevserokên MEBYA-DER'ê Yuksel Almas û Şeyhmûs Karadag, rêvebera Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Amedê Hatîce Guneş, rêveberê DBP’a Navçeya Rezanê Tahir Gul, Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Peyasê Hanim Altindag, rêveberê berê yê rêxistina HDP’ê yê Navçeya Sûrê Mûrat Uzgun, rêveberê berê yê HDP’a Bajêr Hafiz Işik, bavê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û di heman demê de rêveberê MEBYA-DER’ê Zekî Dag, endama komeleyê Ayşe Çelîkbîlek, rêveberê berê yê MEYA-DER'ê ya bi KHK’ê hatibû girtin Mûzaffer Ûlaş jî di nav de 11 kes 4 rojin li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.   2 DAYIK HATIN GIRTIN   Rêveberên komeleyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan a 71 salî û Meryem Soylû ya 79 salî ku di heman rojê de hatibûn binçavkirin, duh dadgehê herdu dayikan bi idiaya “endamtiya rêxistinê” girtin. Rêveberê HDP’ê yê Navçeya Rezanê Fetûllah Işiktaş jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.