Di rojekê de 66 rojnameger derdikevin pêşberî dadger 2021-03-03 11:46:14 STENBOL-  Bi aşkerekirina “Plan Çalakiyên Mafên Mirovan” a Erdogan re, sibe 66 rojnameger ji 12 dozên cuda derdikevin pêşberî dadger. Serokê Giştî yê Karê Çapemeniyê Farûk Eren, diyar kir ku ev rewş dide nîşan dan ku li Tirkiyê azadiya raman û çapemeniyê di rewşeke herî xirap de ye.  Di encama zextên desthilatdariyê de, her roja diçe azadiya çapemeniyê kûr dibe. Li gorî Rapora Mîsyona Azadiya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) ya Enstîtuya Çapemeniya Navneteweyî, di girtîgehên Tirkiyeyê de, 77 rojnameger hene. Bi vê yekê re, gelek rojname û rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegertiyê bi sûcdarkirinên keyfî tên darizandin. Serokê Giştî yê AKP û Serokkomar Tayyîp Erdogan, duh “Plana Çalakiyên Mafên Mirovan” aşkere kiri bû û diyar kiribû ku ew ê sûcên bi rêya çapemenî, weşan û înternetê tên kirin, demên şert û mercên dadgehkirinê û azadiya ramanê, bi armanca pêşxistinê, dê ji nû ve bigirin dest. Lê sibe li bajerên cuda yên Tirkiyeyê, 66 rojnameger ji 12 dozên cuda derdikevin pêşberî dadger.    Navên rojnamegerên sibe (4’ê Adarê) derkevin pêşberî dadger wihane: “   DOZA ÇAPEMENIYA KCK’Ê   Di operasyona 20’ê Kanûna 2011’an a li dijî Ajansa Nûçeyan a Dîcle, Ozgur Gundemê, Azadiya Welat, Demokratîk Modernîte û Saziya Belavkariya Firatê hat lidarxistin de, 46 rojnamegerên kurd hatibûn binçavkirin. Derbarê van rojnamegeran de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê”, “Rêveberiya rêxistinê” û Propagandeya rêxistinê kirin” doz hatibû vekirin. Doza ku di raya giştî de, weke “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” tê zanîn, 9 salin dewam dike û wê danişîna 21’emîn a dozê, sibe li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin.   KESÊN DI DOZÊ DE TÊN DARIZANDIN    Nurettîn Firat, Ertûş Bozkûrt, Mazlûm Ozdemîr, Tûrabî Kişin, Ramazan Pekgoz, Şeyhmus Fîdan, Huseyîn Denîz, Yuksel Genç, Nevîn Erdemîr, Semîha Alankûş, Davût Uçar,  Kenan Kirkaya, Sîbel Guler, Mehmet Emîn Yildirim, Zuhal Tekîner, Îrfan Bîlgîç, Omer Çelîk, Haydar Tekîn, Omer Çîftçî, Selahattin Aslan, Dîlek Demîral, Nahîde Ermîş, Çagdaş Kaplan, Nilgun Yildiz, Çigdem Aslan, Cihan Albay, Sadik Topaloglu, Ayşe Oyman, Îsmaîl Yildiz, Fatma Koçak, Oktay Candemir, Pervin Yerlikaya Babir, Çagdaş Ulus, Zeynep Kuray, Şerafettîn Surmelî, Eylem Sûrmelî, Sultan Guneş Unsal, Murat Eroglu, Evrîm Kepenek, Hamza Surmelî, Arzu Demîr, Ziya Çiçekçî, Saffet Orman, Enîs Yalçin, Mîkaîl Barût û Îsmet Kayhan.   DOZA OZGUR GUNDEMÊ   18’emîn danişîna doza Gerînendeyên Weşana Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hatibû girtin Huseyîn Aykol û Zana Kaya, Midurê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya û siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle hatibû vekrin wê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê bê dîtin.   Dîsa, bi boneya piştevaniya kampanyaya Nobedariya Gerînendetiya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatibû girtin, doz hatibû vekirin. Derbarê rojnamevan Can Dundar û Midurê Karên Nîvîsan ê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya bi îdiaya “heqaret li wezîfedarên cemaweriyê kirine” doz hatibû vekirin. wê 16’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê bê dîtin.   DOZA ABDULLAH KAYA   10’emîn danişîna nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dicle (DIHA) ya bi KHK’ê hatibû girtin Abdullha Kaya bê dîtin.   DOZA HAYKO BAGDAT   Danişîna doza derbarê rojnameger Hayko Bagdat de hatibû vekirin, wê li 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin.    DOZA PARVEKIRINÊN EFRÎNÊ   Doza rojnameger Sîbel Hurtaş û Hayrî Demîr a bi hinceta parvekirinên xwe yên têkildarî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê hatibû vekirin, wê li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin.   DOZA FERHAT TUNÇ   Doza hunermend Ferhat Tunç a bi hinceta parvekiriên xwe yên medya civakî lê hatibû vekirin, dê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Buyukçekmece ya Stenbolê bê dîtin.   DOZA OKTAY CANDEMÛR   Danişîna doza li rojnameger Oktay Candemîr hatibû vekirin, wê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Wanê bê dîtin.   DOZA ARÎF ASLAN   Doza bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” derbarê rojnameger Arîf Aslan de hatibû vekirin, wê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin.   DOZA ROJHAT DOGRU   Danîşîna doza li rojnameger Rojhat Dogrû hatibû vekirin wê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.   DOZA ŞERMEZARKIRINA QEYÛM    Di 20’ê Tabaxa 2019’an de qeyûm tayînî şaredariyên dibin rêveberiya HDP’ê de hatin kirin. Di dema şopandina çalakiyên şermezarkirinê yên li Kadikoya Stenbolê de, nûçegihanê rojnameya Ozgur Gelecekê Taylan Oztaş û nûçegihanê ETHA Tunahan Turhan hatibû binçavkirin û bi wan re doz li 38 kesan hatibû vekirin. Danişîna doza rojnamegeran wê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin.   EREN: REWŞEK PIR XIRABE   Serokê Giştî yê Karê Çapemeniyê yê Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) Farûk Eren, bal kişand ser vê rewşê û wiha got: “Di rojekê de darizandina 66 rojnamegeran, asta azadiya raman û çapemeniyê ya li Tirkiyeyê nîşan dide. Ev rewşek pir xirabe. Tirkiye bûye, dojeya rojnamegeran. Em her tim ji ber sedemên cuda, daxuyaniyan didin. Lê tu daxuyanî, mîna vê rewşê, evqas ne zelal û raste. Duha Serokkomar Erdogan ‘Plana xwe ya Çalakiyên Mafên Mirovan’ aşkere kir. Ji xwe destûra bingehîn bi cih tînin. Ji xwe tu biryarên AYM û DMME’yê pêk nayînin. Pêkanîn keyfî dewam dikin. Ji ber vê belavoka Erdogan aşkere kir, manevreyek siyasiye. Rojnameger baweriyê bi vê yekê nayînin. Erdogan got ‘wê tu kes ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî neyin dariznadin.’ Lê gelek rojnameger îro ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî tên darizandin. Em dixwazin di welatekê demokratîk de bijîn. Yek ji şert û mercên vê azadiya raman û çapemeniyê ye. Lê yê ku vê azadiyê tune dike, desthilatdarî bi xwe ye.”