‘Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan îtîrafnameyeke’ 2021-03-03 12:09:50 STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku “Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan” a Serokkomar Erdogan aşkera kir îtîrafnameya ku li Tirkiyeyê demokrasi, mafên mirovan û rûmeta mirovan tune tê hesibandine û ev yek jî xeternak e.    Gelek aliyan bertekeke tund nîşanî “Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan” a Serokkomar Erdogan aşkera kir, da. Roja ku plan hat aşkerakirin li ser gotinên AKP’ê û MHP’ê Serdozgeriya Komerê ya Dadgeha Bilind derbarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lêpirsîn da destpêkirin, daxuyaniya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a li Kadikoyê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat qedexekirin. Dîsa di heman rojê de malpera Ajansa Mezopotamyayê cara 28’emîn hat astengkirin, polîsan bi ser Şaredariya Navçeya Qereçobanê ya HDP’ê de girtin û Hevserok Halît Ûgûn binçavkirin. Hevseroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî “Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan” ku Serokkomar Erdogan aşkera kir nirxand û diyar kir ku plana çalakiyê belgeya îtîrafê ya ku li Tirkiyeyê demokrasi, mafên mirovan û rûmeta mirovan tune tê hesibandin.   BELGEYA DÛRKETINA JI MAFÊN MIROVAN   Yolerî, anî ziman ku çiqas desthilat tengav dibe hertim çalakiyên planê aşkera dike û bertek nîşanî têgînên weke “mafên mirovan, demokrasi, tevlîbûn û azadî” ku di paketên tên aşkerakirin de tên bikaranîn da. Yolerî, da zanîn ku di plana çalakiyê de tarîfên mafên mirovan ên di peymanên navnetewî de hatiye kirin û wiha got: “Dema min plan xwend careke din min hîs kir ku desthilat çiqa ji mafên mirovan û demokrasiye dûr e. Weke ku cara ewil e ew pênaseya mafên mirovan dikin. Ev gotin di sala 1948’an de di Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan de cih digirin. Belgeyên mafên mirovan heta salên 1200’an jî diçe.”   NE PLANA ÇALAKIYÊ YE ÎTÎRAFNAMEYEKE   Yolerî, bi lêv kir ku AKP’e li gel 20 sal in desthilate jî weke partiyeke nû hatî pirsgirêk rêz kirin û wiha berdewam kir: “Dema min gotinên weke ‘em ê mafên mirovan ên nayên veguhestin biparêzin’ û ‘em ê şertên li gorî rûmeta mirovan pêk bînin’ dîtin ez matmayî mam. Dema desthilatek vê bibêje divê ji xwe şerm bike. Ev tên wateya ku ev tişt li cem min nînin. Ez ji rûmeta mirovan û mafên mirovan re rêzê nagirim. Vê îtîraf dike. Ev di heman demê de îtîrafnameyeke. Dibe ku weke îtîrafnameyekê qiymeta vê yekê hebe.”   PLAN XETERNAK E   Yolerî, bibîrxist ku Konseya Ewropayê, Tirkiyeyê bi awayekî siyasî dişopîne, ji ber Tirkiye di konseyê de bimînê hin pêwistî hene û ev plan jî nîşan dide ku konseyê Tirkiye çawa tengav kiriye. Yolerî, destnîşan kir ku plana çalakiyê wê gelek dixe nava fikaran û wiha lê zêde kir: “Ev tişt ji xwe hene. Em dizanin ku ev desthilatî ji mafên mirovan û demokrasiyê re rêzê nagire. Em dizanin edalet, wekhevî û azadî tune ye. Em dixwazin ka em ê çawa bigin maf û azadiyên xwe, çawa di nava demokrasî û aştiyê de jiyana xwe bidomînin ji desthilatê guhdar bikin.”   GOTIN PIR IN LÊ ÇARESERÎ TUNIN   Yolerî, bal kişand ku desthilatê di plana çalakiyê de qala pêkanîna wan xalan nekiriye û ev tişt gotin: “Dibêjin wê gihîna alîkariyên civakî yên jin û zarokan hesan bikin lê ka dê çawa bikin nehatiye diyarkirin. Mesele di vê plana çalakiyê de gotibûna wê di qanûna MÎT’ê de guhertin bên kirin, ew sererastkirinên bi KHK’yan di demê Rewşa Awarte (OHAL) de anîne dê paşve bên kişandin mirov da zêdetir bawer bike. Ji bo çareseriyê tu pêşniyar nînin.”   VEGEREKE ERÊNÎ ÇÊNABE   Yolerî, anî ziman ku berovajiyê tiştên desthilat dibêje tiştan dijîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em niha avêtina gavên şênbertir dixwazin. Mesele qanûna bi hejmara 7145 heye ku mafê kombûnê bi sînor dike. Hûn ê wê qanûnê rakin? Behsa parastina zarokan tê kirin lê qet behsa sererastkirinên qanûnên sûc ên cezayê ku rê li ber îstîsmarkirina zarokan vedike nake. Vegereke erenî ya vê plana çalakiyê jî weke xebatên din çênabe. Ji ber wê yekê em nikarin weke belgeyeke baş binirxînin.”   MA / Îdrîs Sayilgan