Xwendekar tevlî çalakiya hîndekaran bûn 2021-03-03 14:08:08   STENBOL - Xwendekar jî tevlî çalakiya nobetê ya hîndekarên Bogazîçiyê ku li dijî rektorê qeyûm didomînin bûn.   Çalakiyên xwendekar û hîndekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê Serokkomarê AKP’î Erdogan tayînî zanîngeha wan kir, didomin. Çalakiya hîndekaran a pişta xwe dayîna avahiya rektoriyê îro jî berdewam kir. Xwendekar jî tevlî çalakiya hîndekaran bûn. Hîndekar û xwendekarên li Kampusa Başûr hatin gel hev pişta xwe dan avahiya rektoriyê û banga îstîfayê li qeyûm kirin. Di çalakiya nobetê de li dijî qeyûma daxwaza “zanîngeha xweser” hat dubarekirin û peyama domandina berxwendanê hat dayîn.