Yaşar a qeyûm tayînê cihê wê hatibû kirin: Îdîaname senaryo ye 2021-03-03 15:24:26   AGIRÎ - Yekemîn danişîna doza derbarê Hevşaredara Giyadinê Betul Yaşar de hatibû vekirin, hat taqolkirin.     Danişîna yekemîn a doza Hevşaredara navçeya Giyadin a Agiriyê Betul Yaşar a qeyûm tayînê cihê wê hatibû kirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hat dîtin. Hevşaredar Yaşar a bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê kirin” bi awayekê ne girtî tê darizandin û parêzerê wê Ahmet Alpaslan di danişînê de, amade bûn.    ÎDÎANAMEYA XWE ŞIBAND ‘SENARYOYÊ’    Hevşaredar Yaşar, piştî danasîna nasnameyê, parastin kir û îdîanameya xwe şiband senaryoyekê. Yaşar, diyar kir ku tu delîleke şênber di îdîanameya wê de tuneye û wiha got: “Ji ber gotin û îfadeyên hin kesan, hûn dixwazin min weke sûcdar nîşan bidin. Ji bo ku qeyûm tayînî Şaredariya Giyadinê bikin, ev senaryo ava kirin. Ez delîl û sûcdariyên li ser qebûl nakin   Dûre parêzerê Yaşar Ahmet Alpaslan jî, îtîraz kir ku kesê bi navê S.S. ê devkî û fîzîkî êrîşî muwekîla wî kiribû, weke şand bê guhdar kirin.     Şandeya dadgehê, biryar da ku qedexeya “derketina derveyî welat” a Yaşar dewam bike û danişîn taloqî 7’ê Tîrmehê kir.