Piştî operasyona Garê girtî derp kirin 2021-03-04 09:00:54 EDENE - Li Girtîgeha Tîpa E ya Îspartayê, gardiyenan piştî operasyona Garê hejmara li ser piyan ferzî girtiyan kirin. Gardiyanan, girtiyên ku ev pêkanîn qebûl nekirin, derp kirin. Parêzer Ramazan Dalçîçek ê di 24’ê Sibatê de, bi muwekîlên xwe Yilmaz Ay, Îsmaîl Goçerî û Cengîz Akkaya yên li Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê dimînin re hevdîtin kiribû, binpêkirinên mafan ên girtî pê re rûbirû man, bi raya giştî re parve kirin.    Prz. Dalçîçek, diyar kir ku ligel di girtîgehê de pêkanîna hejmara li ser piyan tuneye jî, rêveberiya girtîtgehê piştî operasyona Garê hejmara li ser piyan ferzî girtiyan kiriye û wiha axivî: “Gardiyenan bi kincên girtiyan girtine û xwestine wan rakin ser piyan. Ji ber ku girtî li dijî vê yekê derdikevin, ji aliyê gardiyenan ve tên derpkirin. Muwekîlê min Cengîz Akkaya, got, ‘gardiyenan di hejmara serê sibê ya 22’yê Sibatê de, ji wan re gotiye, bi şev li derve bi awayekê amadekirî li benda me bin. Nexwe em dixwazin ku emê çawan we derxînin derve.’ Bi vî awayî gef li girtiyan xwarine. Em ê derbarê van gardiyenan de, gelî bikin.”   Dalçîçek, dest nîşan kir ku 3 muwekîlên wî ji sala 2016’an ve ji ber ku mafên xwe yên demokratîk û destûra bingehîn parastine, girtîne û wiha bilêv kir: “Mafê perwerdê û hindekirinê yê muwekîlê min Goçerî tê astengkirin.”    BI AWAYEKÎ KEYFÎ DOSYEYÊ BI ENCAM NAKIN   Prz. Dalçiçek, bal kişand ser rewşa muwekîlên xwe û wiha got: “6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li muwekîlên min Yilmaz Ay û Îsmaîl Goçerî hatine birin, li gorî qanûna înfazê, ji 4’an 3 razane. Ev 5 salin muwekîlên min bi awayekê girt tên darizandin. Diviyabû heya niha bihatan berdan. Ger cezayê wan bê erêkirin jî, divê bên berdan. Bi vê rewşê de, mafê darizandina adîlane ya di çarçoveya qanûnên  DMME’yê de hatiye diyarkirin, tê binpêkirin. Bi vê yekê re, muwekîlên min di girtîgehê de hatin îşkencekirin, rastî mûameleyên xirab hatin û bi zextan re rûbirû man. Ev binpêkirinên mafan nayin qebûl kirin û divê dadgeha bilind tavilê dosyeya muwekîlên min bi encam bike.”