‘Ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk divê pêşiya Ocalan bê vekirin' 2021-03-04 09:01:01 STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ûgûrlû, anî ziman ku li Tirkiyeyê qanûneke bingehîn a demokratîk bi rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e û got: "Bi rakirina tecrîdê re tenê ne gelê kurd, dê bêhna hemû gelên Tirkiyeyê derkeve."  Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û nîqaşên derbarê qanûneke bingehîn a nû de nirxandin.    HER TIŞT GIRÊDAYÎ QESRÊ YE    Ûgûrlû, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê qanûnên bingehîn ên heya niha hatine ççêkirin, hemû derdor di xwe d enehawandine û qanûnên li ser kaaxezan bi xwe jî bi awayekî wekhev pêk nayên. Ûgûrlû, bilêv kir ku li Tirkiyeyê kîjan partî dixwaze bibe îqtdar pêşî qala qanûneke bingehîn a nû dike û got: "AKP jî di sala 2002'yan de soz dabû û bi vî awayî bû îqtidar. Tenê hinek guherîn kirin. Lê rewşa heyî girantir kir. Niha jî dibêjin 'em ê qanûna bingehîn biguherînin.' Lê belê îqtidareke ku hin derdoran red dike û azadiyan binpê dike heye. Li Tirkiyeyê niha rejîmeke tekparêz heye. Meclîs pasîf bûye. Her tişt girêdayî qesrê ye."    Ûgûrlû, polîtîkayên îqtidarê yên derbarê HDP'ê de jî bibîr xistin û got: "Niha îqtidareke ku lanetê li partiyeke xwedî 6 milyon dengî dike. Heger civak li ber îqtiarê rêz nebe an dijmin e an jî bi dijminan re tevkariyê dike. Xwendekar, rojnamevan, şaredar girtî ne, qeyûma tayinî şaredariyan û zanîngehan tên kirin. Deriyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tê qufilkirin. Parlementeriya wekîlan tê betalkirin û bi dehan sal ceza tên birîn. Ma ê qanûna bingehîn bi vî awayî bê çêkirin? Di atmosfereke wiha de behs kîjan qanûna bingehîn dikin?"    NÎŞANEYA ÇARESERIYÊ    Ûgûrlû, destnîşan kir ku qanûnên bingehîn ên ku heya niha hatine çêkirin, hemû di çarçoveya "tirkîtiyê" de hatine çêkirin û kesên din jî tune hatine hesibandin. Ûgûrlû, destnîşan kir ku êdî divê ev rewş biguhere û got: "Di dema pêvajoya çareseriyê de îqtidarê gavek avêt. Heger dilê wê û qanûeke bingehîn a nû heye, nexwe divê cardin vegere wê pêvajoyê. Pêşî, divê zemîna vê bê çêkirin. Ji bo vê jî divê pêşî li ber Birêz Abdullah Ocalan bê vekirin."    DIVÊ PÊŞÎ LI BER OCALAN BÊ VEKIRIN    Ûgûrlû, anî ziman ku tiştên diqewimin bandorê li gelê kurd û gelên din ên Tirkiyeyê dikin û êdî divê pirsgirêka kurdî bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Ûgûrlû, ji bo vê îşaret bi rakirina astengiyên li ber Ocalan kir û got: "Lê her diçe tecrîda li Îmraliyê kûrtir dibe. Bi zext û zoriyan dbêjin, 'gere hûn nebêjin tecrîd û tecrîd.' Lê gava em van têgihan bi kar neynin em ê bi çi awayî bilêv bikin? Tiştên diqewimin, di peymanên navneteweyî de wekî tecrîdê tên pênasekirin. Wekî din tu navek wê tune ye. Lê tiştên ku îmzeya xwe danîne binî jî qebûl nakin. Ji lew re gava ev peyman tên îmzekirin tê gotin ku 'di ser qanûna bingehîn re ne.'"    Ê BÊHNA GELÊN TIRKIYEYÊ DERKEVE    Ûgûrlû got: "Car carinan deriyên îmraliyê hatin vekirin. Her kes dît bê çi diqewime. A rast, îqtidar jî hay ji vê heye. Bi rakirina tecrîdê re tenê ne gelê kurd, dê bêhna hemû gelên Tirkiyeyê derkeve. Li vê axê ev her du gel xwedî rabirdûyeke hezar salî ne. Di sed salên dawî de tekparêzî li van gelan tê ferzkirin. Ji bo ev tişt neqewmin, divê tecrîd bê rakirin. Birêz Ocalan, tenê ji bo kurdan doza tiştekî nake. Ji lew re li seranserê cîhanê gelek derdorên cuda sûdê ji bîrdoziya wî sûdê digirin û paradîgmaya wî li zanîngehan wekî ders tê dayîn. Birêz Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn li ser çareseriyê hûr dibe."    Ûgûrlû, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Ocalan li girtîgehan dest pê kirine û got: "Ê îqtidar heya kengî xwe li ker û laliyê deyne? Ê heya kengî ve ji nedîtî ve bê?" Ûgûrlû, destnîşan kir ku êdî divê ev yek baş bê dîtin û tevdîr bên girtin.    RÊYA SÊYEM    Ûgûrlû, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê derdorên muxalif hemû bên cem hev du û li dijî rejîma heyî bitêkoşin û got: "Niha derdora ku ji bo guherandina Tirkiyeyê xwedî hêzeke veguherandinê ye, HDK û pêkhateyên wê ne. Heger qanûnek bingehîn a nû bê çêkirin, ev divê bi paradîgmaya HDK'ê be. Hêza li dijî feraseta tekparêz, hêza rêya sêyem e. Ji bo jiyaneke wekhev û bi hev re, ji xeynî têkoşînê tu şensek me tune ye."    MA / Ferhat Çelîk