Li şûna polîsên ku xwestin zarok pelçiqînin li HDP’ê lêpirsîn vekirin 2021-03-04 11:24:16   ÊLIH - Serdozgeriya Komarê ya Êlihê, derbarê Rêxistina HDP’ê ya Êlihê ku dîmenên maşîneyeke zirxî ya li Êlihê xwest zarokekî pelçiqîne parvekirin de bi ideaya “tehrîkkirina gel” lêpirsîn da destpêkirin.   Di 28’ê sibatê de li Taxa Baglarê ya Êlihê, bi dîmenan derketibû holê ku maşîneyeke zirxî ya polîsan berî ser pişta zarokekî dide û hewl dide wî bipelçiqîne. Serdozgeriya Komarê ya Êlihê, li şuna polîsên ku hewl dan bi maşîneya zirxî zarok bipelçiqînin derbarê Rêxistina HDP’ê ya Êlihê ku dîmenan weşand de bi ideaya “tehrîkkirina gel” lêpirsîn da destpêkirin.   ‘EMNIYETÊ EM AGAHDAR KIRIN’   Hevserokê HDP’ê yê Êlihê Omer Kûlpû, anî ziman ku li bendê bûne ku polîs bên darizandin lê Miduriyeta Polîsan a Bajêr li wan geriyaye û agahiya bi hinceta “tehrîkkirina gel” derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin daye wan. Kûlpû, diyar kir ku polîsan ji wî pirsa “kî vê hesabê bi kar tîne” pirsîne û da zanîn ku lêgerîna sûc a di parvekirina wan de asta hiqûqê nîşan dide.   ‘DEST BI REFORMAN KIRIN!’   Kûlpû, destnîşan kir dîmenên maşîneya zirxî ku xwest zarokan bipelçiqîne welatiyan kişandine û ji wan re şandine û wiha got: “Di dîmenan de jî xuya dike. Ji bo ku polîs pêl li zarok bikin bi lez maşîneya zirxî dibe ser. Me jî ev îhmalkariya polîsan li ser hesaba xwe ya medya civakî de parve kir. Dema me parvekir jî rayedar etiket kirin û vexwendin peywirê. Lê ev banga me weke lêpirsîn li me zivirî. Esas ev tiştên hatin jiyîn wehameta rewşê deyne holê. Kesên dibêjin em ê reforman bikin, ji niha ve dest bi reforman kirine. Li şûna derbarê polîsan de lêpirsîn bê vekirin derbarê me de lêpirsînê vedikin.”   ‘EM Ê DÎSA PARVE BIKIN’   Kûlpû, anî ziman ku heke careke din dîmenên weke vê bigihin destê wan wê dîsa parve bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li holê zilmek heye. Dixwazin vê zilmê veşêrin. Derbarê dîmenan de parlementerên me pêşniyazname pêşkeşî meclîsê kirin. Di bingeha hiqûqî de çi pêwist be em ê bikin. Tu kes bila mafê ku maşîneya zirxî bibe ser zarokekî û jiyana wî bixe xetereyê di xwe de nebîne.”