Kesê di bin çavan de îşkence dît bi ‘dijderketina polîsan’ hat sûcdarkirin 2021-03-04 12:19:28   STENBOL - Hat îdeakirin ku rûyê Harûn Çapkan ê li navçeya Esenlerê di maşîneya polîsan de îşkence lê hatiye kirin li deriyê maşîneyê ketiye û werimiye. Çapkan ê derbarê polîsan de gilî kir, bi hinceta “dijderketina polîsan” derket pêşberî dadgehê.   Harûn Çapkan ê li navçeya Esenler a Stenbolê dijî, di 2’yê Adarê de dema ji berberê nêzîkî mala xwe derket, polîsan ew bi hinceta “rûpoş nedaye ber devê xwe” binçav kirin. Çapkan, diyar kir ku dema polîsan ew bir  Qereqola Karabayirê tundî lê kirine û derbarê polîsan de gilî kir. Lê roja din Çapkan bi ideaya “dijderketina polîsan” ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî hat berdan. Çapkan, tiştên ku dema binçavkirinê de polisan anîne serê wî ji ajansa me re vegot.   Çapkan, diyar kir ku dema ji berberê nêzîkî mala xwe derketiye polîsên Yûnûs wî sekinandine û pirsa çima rûpoş ne daye ber devê xwe jê kirine. Çapkan piştî ku bersiva “nasnameya min di erebeyê de ye, rûpoşê min jî li cem berber e hûn bixwazin ez bînim” dide, polîs jê re dibêjin “tu çawa bi me re diaxivî” û heqaret lê dikin. Çapkan, anî ziman ku ji ber bertek nîşanî vê rewşê daye polîsan ew binçav kirine.   DE MAŞÎNEYA POLÎSAN DE ÎŞKENCE   Çapkan, destnîşan kir ku polîsan destê wî bi pişt wî ve kelemçe kirine û bi vî awayî wî li maşîneyê siwar kirine û wiha got: “Li vê derê jî dest bi xebera kirin. Dema min bertek nişan dan û ji wan re got xebera nebêjin, li min xistin. Min bi elektroşokê îşkence kirin û xwestin bin piyê wan maç bikim. Pişt re ez ser hişê xwe çûm û min çavên xwe li qereqolê vekir.   GILÎ KIR BÛ SÛCDAR   Çapkan, destnîşan kir ku dema hatiye ser hişê xwe polîsan gilî kiriye û wiha berdewam kir: “Ji ber li qereqolê qemere hebûn tundî nekirin. Piştî rojekê ez li wir girtim gazî îfadeyê kirin. Di îfadeyê de gotin min êrîşî polîsan kiriye. Destê min bi paş ve kelemçekirî ez çawa bikarim êrîş bikim. Min ev qebûl nekir û got ên êrîş kirin ew bûn.”   RÛYÊ XWE LI MAŞÎNEYÊ XISTÎ YE   Çapkan, da zanîn ku wî derxistin Edliyeya Bakirkoyê û berî ku biçe edliyeyê polîsan ew birine nexweşxaneyê û li wir rapora derbê girtî ye. Çapkan, bi lêv kir ku piştî dozger îfadeya wî girt bi îdeaya “dijderketina polîsan” sewqî dadgehê kir û wiha lê zêde kir: “Dadgehê jî bi şertê di hefteyê de 2 roj îmze biavêjim ez berdam. Min gilî kir ez bûm sûcdar. Ev jî têra wan nekir, gotin te rûyê xwe li maşîneyê xistiye ji ber wê werimî ye.”   ‘EZ BÊDENG NABIM’   Çapkan, desnîşan kir ku ji ber nasnameya wî ya kurdbûnê polîsan tundî lê kiriye û ev tişt got: “Ji ber em kurd in wiha nêzîkî me dibin. Ez ê mafê  xwe bigerim, bêdeng nabim. Ev zilme. Mirovek sûcdar be jî divê encama wê wisa nebe. Min rapora derbê girt û li dozgeriyê gilî kir. Ji bo ku polîs ceza bistînin tişta ji destê min bê ez ê bikim.”   Dayika Çapkan, Sabîha Çapkan jî bertek nîşanî tundiya ku polîsan li kurê wî kiriye da. Çapkan, anî ziman ku heke îhlalek hebe divê cezayê wê bê birin lê ji ber ku kurd in tundî li wan tê kirin.