Cenazeyê Çîçek Benzerê piştî 5 mehan dan malbatê 2021-03-04 20:25:13   ŞIRNEX - Cenazeyê Çîçek Benzerê ku li Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 5 mehan teslîmî malbatê hat kirin.    Cenzayê Çîçek Benzer (Amargî Xerzan) ku di 16'ê Cotmeha 2020'an de li Colemêrgê di eşr de jiyana xwe ji dest dabû, teslîmî malbatê hat kirin. Cenazeyê Benzerê bêyî ku haya malbatê jê hebe, li Goristana Bêkesan a Şirnexê hatibû veşartin. Piştî ku malbatê cardin ji bo DNA'yê xwîn dabû, duh teslîmî malbatê hat kirin.   Cenazeyê Benzerê li Goristana Başakê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê hat definkirin. Di dema definkirina cenaze de polîsan goristan dorpêç kiribû.