Dayika ku cezayê girtîgehê lê hat birîn: Em ji malên xwe derkevin 2021-03-05 09:00:58 AMED - Rêvebira TÛAY-DER'ê Muşeher Ulker ku ji ber daxuyaniyên çapemeniyê û merasîmên cenazeyan 3 sal û nîv ceza lê hat birîn, li dijî neheqiyê bang kir: "Werin em bi hev re vê xeleka qirêjî bişikînin û ji malên xwe derkevin."  Derbarê Rêvebira Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TÛAY-DER) Muşeher Ulker a 55 salî de, ji ber daxuyaniyên çapemeniyê û merasîmên cenazeyan ên ku tevli wan bûye, lêpirsîn hatibû destpêkirin.    Ji ber ku tevli merasîma cenazeyê Zulkuf Gezen ku li Girtîgeha Tekirdagê ya Jimare 2 a Tîpa F'yê di 17'ê Adara 2019'an de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbû, bûbû û ji ber tevli daxuyaniyên çapemeniyê bûbû, derbarê Ulkerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Paşê derbarê wê de îdianame hatibû amadekirin. Di danişîna 22'yê Sibatê de 3 sal û 6 meh û 5 roj ceza lê hatibû birîn.    Ulker ê bi rêya parêzerên xwe serî li dadgeha îstinafê bide.   4 CARAN HAT GIRTIN    Ulker, anî ziman ku ji sala 1993'yan heya niha di nav xebatên siyasî de cih girtiye û 4 sal in jî rêvebirtiya TÛAY-DER'ê dike û got: "Di sala 1999, 2007, 2012 û 2020'î de 4 caran hatim binçavkirin û girtin. Bi giştî 2 sal û nîvan girtî mam. Cezayên tên birîn, ji bo tepisandina têkoşîna jinê ye. Lê em ê dev ji têkoşîna xw ebernedin. Yek ji me jî bimîne, em ê dev jê bernedin û çi ji destê me bê em ê bikin."    Ulker, bal kişand ser girtina rêvebirên MEBYA-DER Meryem Soylû ya 79 salî û Hatûn Aslan a 71 salî û got: "Em li ber ketin, lê me fêm kir ku heger dayikên ev qasî temen mezin jî bên girtin, nexwe ew pir ji me ditirsin."    DAYIKEK Û 100 POLÎS    Ulker, destnîşan kir ku her hefte hewl didin li Parka Koşûyolûyê derbarê çalakiyên greva birçîbûnê de daxuyaniyê bidin, lê belê polîs wan asteng dikin û got: “Di dema daxuyaniyê de 100 polîs li serê dayikekê kom dibin. Ji lew re ditirsin. Lewma ez bang li dayikan dikim; bi hezaran kes dora me dorpêç dikin, tirs ketiye dilê wan. Werin em bi hev re vê xeleka qirêjî bişikînin û ji malên xwe derkevin."