Polîsan kolana avahiya Rêxistina HDP'ê ya Wanê dorpêç kirin 2021-03-05 11:13:50 WAN - Kolana avahiya Rêxistina HDP'ê ya Wanê dikeviyê, ji aliyê polîsan ve bi bariyeran hat dorpêçkirin. Polîs derdûrê nadin bihurînên peya. Rêveberên rêxisinê, ji bo hatina partiyê bengî gel kirin    Polîsan, kolana avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gel (HDP) ya Wanê dikeviyê bi bariyeran dorpêç kirin. Parlamenterê bajêr Mûrat Sarisaç, endam û rêveberên partiyê yên pê re, bertek nîşanî polîsên destûr nadin bihurîna welatiyan, dan.    BANGÎ GEL KIRIN   Rêxistina HDP'ê ya Bajêr li ser hesabê xwe yê medya civakî, bangî gel kir û wiha got: "Kolana avahiya partiya me dikeviyê , ji aliyê polîsan ve hatiye girt. Destûr nayê dayîn ku welatî û maşîne bikevin kolanê, biçin û bên. Rêya  kolanê hatiye girtin. Em bi parlamenter, rêveberên xwe yên bajêr û naçeyan, di avahiyê de tên rawestandin. Em hemû gelê xwe vedixwînin, avahiya partiya xwe."