Wekîlên HDP’ê li ber avahiya walîtiyê dest bi çalakiyê kirin 2021-03-05 12:34:21 WAN - Parlamenter Mûrat Sarisaç û Mûazzez Orhan, ji ber girtina kolana avahiya Rêxistina HDP’ê ya Wanê, li ber avahiya welatiyê dest bi çalakiyê kirin.   Polîsan di saetên serê sibê de, Kolana Nacîbey a avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê bi bariyeran dorpêç kirin. Parlamenterên bajêr Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan û rêveberên partiyê, bertek nîşanî polîsan dan. Dorpêça avahiya HDP’ê dewam dike. Wekîlên HDP’ê, li ser vê yekê derbasî ber avahiya walîtiyê ya her 15 roj carekê qedexeya “bername û çalakiyan” îlandin dike, bûn.    Sarisaç û Orhan xwestin ku bi rayedaran re hevdîtin bikin. Lê polîsên li ber avahiya walîtiyê, ew bi mertalên xwe dorpêç kirin û rojnamegerên xwestin bûyerê bişopînin, ji qadên dûr xistin.    PARLAMENTER LI BER AVAHIYA WATIYÊ NE    Sarisaç ê bertek nîşanî vê rewşê da, wiha hirsa xwe anî ziman: “Dixwazin komeke AKP’iyê bînin ber avahiya partiya me. Ji ber ku em van nelirêtî û bêhiqûqiyan ji gelê xwe re radigihînin, çalakî û bernameyan qedexe dikin. Ev 5 salin li vî bajarî, qedexe heye û vîna gel tê xespkirin. Aboriya bajêr, di rêzên herî dawî yên danayan de cih digire. Di warê aborî, civakî, çandî û her qadê de, bajareke ku têk birî heye. Em ê bi tu awayî li hemberî van bêhiqûqiyan serî netewînin. Walîtî necare ku vê rewşê ji me re îzah bike. Nexwe emê rûniştina xwe ya li vê derê dewam bikin.”    Rûniştina parlamenteran a li ber avahiya walîtiyê dewam dike.    JI HDP’Ê BANG    Rêxistina HDP'ê ya Bajêr li ser hesabê xwe yê medya civakî, bangî gel kir û wiha got: "Kolana avahiya partiya me dikeviyê , ji aliyê polîsan ve hatiye girt. Destûr nayê dayîn ku welatî û maşîne bikevin kolanê, biçin û bên. Rêya  kolanê hatiye girtin. Em bi parlamenter, rêveberên xwe yên bajêr û naçeyan, di avahiyê de tên rawestandin. Em hemû gelê xwe vedixwînin, avahiya partiya xwe."