Sefîrê Avûstralyayê li Mêrdînê hin seredan kirin 2021-03-05 12:54:46   MÊRDÎN - Sefîrê Avûstralyayê Marc Innes Brown, li Mêrdînê HDP jî di nav de seredana hin partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî kir.   Sefîrê Avûstralayayê yê Tirkiyeyê Marc Innes Brown, li Mêrdînê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî ziyaret kir. Innes Brown Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ziyaret kir û bi rêveberiya HDP’ê re hatin gel hev. Piştî civîna ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat, Brown bi partiyiyan re wêne kişand. Seredanên Brown ên li bajêr didomin.