Destûr nadin kes biçe cihê ku helîkopter lê ket xwarê 2021-03-05 13:52:14 WAN - Li qada helîkoptera li navçeya Tetwanê duh bi şev ket, lêpirsîn hat destpêkirin û destûr nadin kes biçe wê heremê.    Li Gundê Şamîran a navçeya Tetwan a Bilîsê, duh di encama ketina helîkoptera eskerî de, fermandarê Parartêşa 8’emîn Korgeneral Osman Erbaş jî, di nav de 11 eskeran jiyana xwe ji dest dan û 2 esker birîndar bûn. Dermankirina eskerên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê didome. Herema ku bûyer lê pêkhat, eskeran ji duh ve dorpêç kiriye.   AKAR: WÊ ÎRO DEST BI LÊKOLÎNAN BÊ KIRIN   Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, diyar kir ku ferman daye tîmên berpirsiyar ku îro dest bi lêkolînan bê kirin. Ji aliyê din AFAD û tîmên berpirsiyar ên lêgerînê dest bi lêkolînan kir. Hat hîn bûn ku piştî xebata tîman qediya, wê kavilê helîkopterê bê rakirin.   TENÊ DESTÛRÊ DIDIN GUNDIYAN   Esker, bi hinceta “Wê kavil bê rakirin, erebeyên giran li wir dixebitin, bila astengî çênebe” destûrê nadin ku rojnameger û maşîneyên sivîl biçin cihê bûyerê. Esker tenê destûrê didin şêniyên Gundê Şamîran.