Ji ber ku sûcdarî ber bi qeyûm ve çû biryara beraetê derket 2021-03-05 14:07:18 AMED – Parlamentera berê ya HDP’ê Çaglar Demîrel, ji ber ku sûcdariyên lê dihatin kirin gihîştin qeyûman piştî 4 salan ji doza xwe ya dema Şaredariya Dêrikê ji nişkeve beraet kir.    Parlamentera berê ya HDP’ê Çaglar Demîrel ku di navbera salên 2009-2014’an de Şaredariya Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê dikir, bi hinceta ku tesîsa safîkirina avê çênekiriye, bi sûcdariya “bi zanebûn derdorê qirêj dike û muxalefeta Qanûna Hawirdorê” doz lê hatibû vekirin. Bi Demîrel re doz li Şaredarê beriya wê Ramazan Kapar û cîgirê wê Dogan Ozbahçe û Midurê jî hatibû vekirin. Di vê dozê de ji 2 salan heta 6 salan cezayê girtîgehê ji Demîrel, Kapar û Ozbahçe re dihat xwestin.   15’emîn danişîna dozê hat dîtin û parêzerê Demîrel, Serdar Çelebî, di danişînê de parastin kir. Parêzer Çelebî, derxist holê ku sûcdariya ku li Demîrel, Kapar û Ozbahçe tê kirin hê jî didome û qeyûmên şaredariyê bi rê ve dibin tesîsê ava nekirine. Ji ber ku sûcdarî gihîştin qeyûman piştî 4 salan di dozê de ji nişkeve biryara beraetkirina Demîrel, Kapar û Ozbahçe hat dayîn.