50 car hat binçavkirin û 3 caran ket girtîgehê 2021-03-06 09:33:38   AYDIN - Tamîş Akpinar a 62 salî di operasyona li dijî HDP’ê de hatibû binçavkirin û berdan di 33 salan de 50 caran hatiye binçavkirin û 3 caran jî ketiye girtîgehê.    Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Aydinê di 14’ê sibatê de 13 jinên rêveber û endamên HDP’ê hatibûn binçavkirin. Piştî 4 rojan bi qedexeya derketina derveyî welat ji aliyê dadgehê ve hatin berdan. Yek ji van jinan jî Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Aydinê û endama Meclîsa Giştî ya HDK’ê Tamîş Akpinar bû.    DI 15 SALIYA XWE DE SIYASETÊ NAS DIKE    Tamîş Akpinar 62 salî ye û gelek salên dûr û dirêj in di nava têkoşîna demokratîk de bi awayek çalak cih digire û di 33 salên dawî de 50 caran hatiye binçavkirin û heta îro 3 caran wê avêtine zindanê. Akpinar diyar kir ku ew ji navçeya Elbîstana Mereşê ye û di sala 1970’yî de li gel malbata xwe koçî Stenbolê kirine û ew di 15 saliya xwe de siyaset û têkoşîna demokratîk nas kiriye.    Akpinar anî ziman ku ewilî ew di nava rêxistina Partîzan de xwe bi rêxistn kiriye û heta sala 2000’î di nav de cih girtiye. Akpinar got wexta ciwaniya xwe ew dixebitî hemû qezenca xwe ji malbata xwe vedişart û ji bo piştevaniya saziya xwe û însanên di girtîgehan de belav dikir.    Akpinar diyar kir ku ew di sala 1984’an de zewicî ye û hevjînê wê di operaysonek li dijî Partîzan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê girtin, 5 meh û nîv girtî tê darizandin û wê çaxê keça wê 8 mehî bûye û bi lawê xwe jî ducanî bûye.    BINÇAVKIRINA EWIL    Akpinar anî ziman ku cara yekemîn ew di sala 1988’an de di çalakiyek ji bo piştevaniya girtiyan li Meydana Çanakkaleyê hatiye binçavkirin. Akpinar got ew cara duyemîn jî di sala 1990’î de li Parka Yogûrtçû ya Stenbolê li gel xwişka xwe hatiye binçavkirin û 45 rojan bi îşkenceya giran re rûbirû mane. Akpinar diyar kir ku ew hatiye berdan û xwişka wê hatiye girtin. Akpinar da zanîn ku ew di sala 1996’an de di çalakiyên ji bo girtiyan li Enqereyê 26 roj maye û 9 caran hatiye binçavkirin. Akpinar diyar kir ku pişt re ew di çalakiyên li ber Girtîgeha Bayrampaşaya Stenbolê de jî 30 caran hatiye binçavkirin. Akpinar anî ziman ku ew du caran li mitîngan hatiye binçavkirin û ew di serdegirtina avahiya ODP’ê de jî hatiye binçavkirin û bi giştî 45 caran hatiye binçavkirin.    DIKEVE GIRTÎGEHÊ    Akpinar anî ziman ku ew di sala 1997’an de jî di serdegirtina avahiya Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) û Navenda Çanda Tohûm de hatiye binçavkir û vê carê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û 6 meh di Girtîgeha Umraniyê de ma û pişt re hat berdan û di darizandina du sal dewam kir de 3 sal û 9 meh cezayê zîndanê lê birîne.    50 CAR HATIYE BINÇAVKIRIN    Akpinar anî ziman ku ew di sala 2000’î de ji bo çalakiyên li girtîgehan li ser pêya bûne û di serdegirtinek Navenda Çanda Tohûm a li Enqereyê de cara 47’emîn hatiye binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin û 5 meh û nîv li Girtîgeha Ûlûcanlarê maye û pişt re hatiye berdan. Akpinar anî ziman ku dema ew Hevseroka Rêxistina HDP’a Aydinê bûye jî bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” hatiye binçavkirin 3u girtin û ew di hezîrana 2017’an de hatiye berdan. Akpinar got di sibata 2018’an de dîsa ew di serdegirtina mala xwe4 de hatiye binçavkirin û piştî 4 roj binçavkirinê bi qedexeya derketina derveyî welat hatiye berdan. Akpinar anî ziman ku ji ber xebatên HDP’ê derbarê wê de 25 lêpirsîn û doz vebûne û herî dawî ew di 14’ê sibata îsal de di çarçoveya lêpirsîna li dijî HDP’ê de hatiye binçavkirin û bi vê binçavkirinê re bi giştî bû 50 car têbinçavkirin.    BIRYARA TÊKOŞÎNÊ    Akpinar anî ziman ku li gel ewqas binçavkirin, girtin û lêpirsîn û dozan jî ew ê dev ji têkoşîna xwe bernede û ji bo ew cîhanek xweş ji zarokên xwe re bihêlin dê li ber xwe bidin. Akpinar anî ziman ku li dijî gelê kurd û aliyên din serdema faşîzmê berdewam dike.    MA / Esra Solîn Dal