Rewşa girtiyên jin ên nexweş girantir dibe 2021-03-06 14:35:57 ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên nexweş û bang li rayedaran kir ku tedawiya girtiyan were kirin.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 339’emîn de çalakiya xwe ya heftane li avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Înîsiyatîfê vê hefteyê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên nexweş. Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û diyar kir ku her roja ku diçe rewşa girtiyên nexweş giran dibe.    Çevîrmen binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin rêz kir û got: “Ji ber xemsariya dewletê û rayedaran girtiyên nexweş terkî mirinê haine kirin. Tevî hemû hewldan û serlêdanan jî pirsgirêk nayên çareserkirin. Şertên tecrîdê her ku diçin giran dibe. Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû mane.”   Çevîrmen bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Pinar Bîrçkoç a li Girtîgeha Duzceyê dimîne û ew bi nexweşînek giran re rûbirû ye. Çevîrmen anî ziman ku divê tedawî û tetkîkên girtiyên nexweş bêkêmasî werin kirin û got: “Pêwîste li muayenekirina bi kelemçe ya li dijî rûmeta mirovahiyê û sewqên bi rîngan were dawîkirin. Lazim e înfazên girtiyên nexweş ên rewşa wan giran demildest were sekinandin û li cem malbatên xwe werin tedawîkirin.”    GIRTÎGEHA BUNYANÊ    Çevîrmen nav û nexweşiyên girtiyên jin ên li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê û Sîncana Enqereyê tên ragirtin parve kir.    Navê girtiyên nexweş ên jin li Girtîgeha Bunyanê dimînin ev in: “Bêrîvan Bîtmen, Muhlise Karaguzel, Nazli Soglîn, Nergîz Okan, Ozgul Yaşa, Şîlan Çetîner, Yazgul Şahîn, Zerga Açar, Ahîret Tûran, Buşra Înan, Fatma Gokhan, Merve Aydogan.”    GIRTÎGEHA SÎNCANÊ   Navê girtiyên nexweş ên jin ku li Girtîgeha Sîncanê dimînin jî ev in: “Canan Utangaç, Dilber Tanrikûlû, Pinar Tîkît, Rihan Kavak Ozbek, Ayşe Topçû, Bermal Bîrtek, Demet Resûloglû, Gulşan Adet, Nedîme Yaklav, Nilufer Şahîn, Selver Îspîr, Zerrîn Yilmaz, Zeynep Bîngol.”