Îro 11 hezar û 770 kes bi Covîd-19'ê ketin 2021-03-06 20:32:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 64 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 11 hezar û 770 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 64 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 11 hezar û 770 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 28 hezar û 965 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 2 milyon û 769 hezar û 230.