Penaberê afganî û xwendekarê tibê ji bo debara xwe hemaltiyê dike 2021-03-07 09:01:49 ÎZMÎR- Îbrahîm Rashîdê afganî ku li zanîngeheke Îzmîrê xwendekarê fakulteya tibê ye, ji bo debara xwe bike hemaltiyê dike.   Li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê li Tirkiyeyê 5.1 milyon penaber hene. Ji van penaberan 43 hezar û 800 jê axfan in. Di nav vana de yên bi îkameta destûrê ya xwendekariyê hatine jî di ser 50 hezarî re ne. Yek ji van xwendekarên afganî Îbrahîm Rashîd e. Rashîd, li zanîngeheke Îzmîrê xwendekarê fakulteya tibê ye.    Rashîd tevî du birayên xwe yên xwendekar li Tirkiyeyê dimîne. Ji bajarê Mezar-Şerîf ê Afganîstanê ye. Rashîd, bilêv kir ku hem ji ber şer hem jî ji bo xwendinê hatiye Tirkiyeyê.    HEMALTIYÊ DIKE    Rashîd ku got "em li cihê şer lê heye nikarin bixwînin, anî ziman ku li Afganîstanê ketiye ezmûnê û Fakulteya Tibê qezenc kiriye û hatiye Tirkyeyê. Rashîd ku niha di pola 5'an de ye got: "Ji ber ku ez tirkmen im, di warê ziman û çandê d zehmetiyê nakişînim, lê belê di warê debarê de zehmtiyê dikişînim. Ji ber ku bûrsa min tune ue, ji bêgavî hem dixebitim hem jî dixwînim. Gelek xwendekarên afxan jî bi vî awayî dixwînin. Ji bo debara xwe hemaltiyê û garsontiyê dikim."    DEWLET ALIYÊ WAN NAKE    Rashîd, diyar kir ku hin xwendekar hene dewlet alîkariya wan nake, tenê bi bûrsênn hin sazî û komeleyan debara xwe dikin. Rashîd, da zanîn ku xwendekarên afxan ên li Tirkiyeyê bêsîgorte ne û got: "Ji ber ku sîgorte tune ye, nikarin tedawî bibin. Gava em diçin nexweşxaneyê me qebûl nakin. Gava em diçin nexweşxaneya taybet, hezar TL'yî ji me dixwazin. Gava xwîn ji hevalên me an jî malbata me re lazim be, Kizilay xwîna me qebûl nake. Em nikarin xwînê bidin an jî bibin donor."    JIYAN LI AFXANÎSTANÊ    Rashîd ku bavê wî di sala 2009'an de di şer de jiyana xwe ji dest daye, piştî 7 salan dêya wî û du birayên wî hatine cem wî. Rashîd, bilêv kir ku birayên wî jî xwendekar in û ew jî garsontiyê an jî çîçekvaniyê dikin. Rashîd, anî ziman ku bi rêya înternetê bi xizmên xwe yên li Mezar-i Şerîfê re diaxife û got: "Hê jî li wir tahdeyî heye. Li wir hin kesa mirovan direvînin û pereyan dixwazin. Her wiha bertîlê ji esafan distînin. Tu muxalif bî, tu tê kuştin. Li Afganîstanê jiyan û edalet, tenê ji bo ên dewlemend heye. Jixwe di warê aborî de tu qaweteke dewletê tune ye, lewma mirov nikarin debara xwe bikin. Heger tu ne xurt bî, tu nizanî kî kkî dikuje. Hê jî nizanim kî bavê min kuştiye û ji bo çi kuştiye."    Rashîd di dawiya axaftina xwe de got: "Li gor erdnîgariya me, ev der çêtir e. Li erdnîgariya me şer, tahde û êş heye. Lê ji bo mirovahiyê tiştên baş û xweş pêkan in."