5 sal in bersûcên Fatma ya 13 salî nayin dîtin 2021-03-07 14:11:01 ŞIRNEX - Bi ser kuştina Fatma Elarslan a 13 salî ya di dema qedexeya derketina derve ya di sala 2016’an de a li Hezexê de hatibû qetilkirin re 5 sal derbas bûn. Dosyeya derbarê kuştina Fatma de hatibû vekirin, “li gorî hiqûqê” hat dîtin û girtin.    Zaroka 13 salî Fatma Elarslan bi 9 kesan re di dema qedexeya derketina kolanan a di 16’ê Sibata 2016’an de li navçeya Hezex a Şirnexê hatibû îlankirin de, di 7’ê Gulana 2016’an de li Newala Qoriyê hatibû qetilkirin. Bi ser qetilkirina Fatma Elarslan re 5 sal derbas bûn. Hatibû îdîakirin ku Elarslan di şer de jiyana xwe ji dest daye, lê dûre derketibû holê ku li herêma Elarslan hatibû kuştin tu şer û pevçûn derneketiye. Ev yek di girtekên li cihê bûyerê hatibûn girtin de jî, hatibû piştrastkirin.     Elarslan a hat destnîşan kirin ku hatiye înfazkirin, piştî otopsiyê jî hatibû gotin ku bi çekê birîndar bûye û di encama teqîna muhîmatê de jiyana xwe ji dest daye. Vê yekê gumanên înfazê zêdetir kirin. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê li gel vê yekê jî, dosyeya lêpirsînê ya da bû dest pê kirin, di sala 2020’an de bi hinceta “Hewcehî bi lêpirsînê tuneye” girtibû.   SERÎ LI AYM’Ê DA   Parêzerê malbatê Veysel Vesek, serî li dadgehên bilind dan, lê hemû îtîrazên wî hatin redkirin. Parêzer Vesek ê piştî biryara girtina dosyeyê, serî li Dadgeha Îstînafê dide, di heman demê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn jî dide.      LI DIJÎ HIQÛQÊ YE    Prz. Vesek, diyar kir ku li gorî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY), nabe ku zarokek temenê wê 13 salî, weke “Endamtiya rêxistinê” bê nîşandan û biryara ji bo dosyeya Elarslan hat dayîn ne hiqûqiye.    BIRYARÊN DIŞIBIN HEV    Vesek, dest nîşan kir ku hîna nehatiye aşkerekirin ku Fatma bi kîjan çekê hatiye kuştin û wiha got: “Dosyeyên gelek zarokên li herêmê hatine kuştin, bi heman hincet û îdîayan hatine girtin. Biryar dişibin hev. Divê lêpirsîna pêwîst ji gorî rêziknameyê bê kirin. Ger li welat em behsa edaletê bikin, divê dest pê kê ji bo zarokên li herêmê hatine kuştin hiqûq û edaletê bixwazin.”    MA / Ahmet Kanbal