Dema binçavkirina MEBYA-DER'iyan cara duyemîn hat dirêjkirin 2021-03-07 15:15:26   AMED - Dema binçavkirina MEBYA-DER'iyên di 27'ê Sibatê de li Amedê hatin binçavkirin û li Miduriyeta Polîsan mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîn, cara duyemmîn hat dirêjkirin.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de, polîsan di 27'ê Sibatê û 3'yê Adarê de, bi ser avahiya komeleya MEBYA-DER'ê, malên rêveber û endamên wê de girtin. Di operasyona li dijî MEBYA-DER'ê de 29 kes hatin binçavkirin.    Di operasyona ewil de, Hevserokên komeleyê Şeyhmûs Karadag û Yuksel Almas jî di nav de Mûrat Uzgun, Emîne Aksoy û Ayşe Çelîkbîlek hatin binçavkirin û dema binçavkirin wan cara duyemîn 4 rojên din hat dirêjkirin.    Di 3'yê Adarê de jî, Halîme Topûz, Azîz Olçen, Aysel Pehlîvan, Mehmet Nûr Savaş, Mûstafa Karahan, Saît Borta, Ayşe Tutmaz, Hulya Varan, Mehmet Yildiz, Fehîm Azak, Yildiz Damla, Mûstafa Uygûner, Taylan Aslan û Hîdayet Aslan hatin binçavkirin û dewma binçavkirina wan jî 4 rojên din hat dirêjkirin.   Parêzerên Mehmet Nûr Savaş, Aysel Pehlîvan, Ayşe Tûtmaz, Hîdayet Aslan û Azîz Olçen ên dibin çavan de, diyar kirin ku zor li wan tê kirin ku îfade bidin.   JI JINAN PEYAMA 8'Ê ADARÊ   Li aliyê din, jinên dibin çavan de, bi navbeynkariya parêzerên xwe, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ev peyam şandin: "Em dayikên roj û hêviyê ne. Em jinên azad û kedkarin. 5 hezar salin em li dijî pergala serdest a zilam li ber xwe didin. Bijî jinên azad. Bijî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê."